Şandek ji Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit bi serdanekê bo Zanîngeha Heleba Azad li devera Ezazê li gundewarê Helebê rabû, û di hevdîtinê de bi Serokê Zanîngehê D. Ebdilezîz Eldigeyim û kadroyên xwendinê û rêvebirî re civiya, û bi wan re li ser ketwarê hînkirinê li deverê axivî.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî li kêlek Serok ji Endamên Hevbendiya Niştimanî Eymen Elasimî, Ehmed Tu’ime û Necîb Rehmon pêk hat.
Û herdû alî li ser giringiya vekirina şaxekî dîtir ê zanîngehê li bajarê Girê Sipî li gundewarê Reqayê, da xwendekarên wê deverê bihewîne axivîn, û behsa mîkanîzmên pêwîst jêre û hêsankirinên ku karibin kar li ser bikin, ji bo ku dest bi pirojeyê di nêzîktirîn dema gengaz de bikin.
Û astengiyên ku rastî pirosesa xwendinê li bakurê Sûriyê bi giştî û li Zanîngeha Heleb bi taybet tên li ser asta rêvebirî û perwerdekirin û xwendinê gotûbêj kirin.
Û li ser bidawîanîna xola sêyemîn ya ezmûnên zanîngehê yên ku serkeftî bidawî bûne û têde derdora çar hezar xwendekarî ezmûnên xwe pêşkêş kirine, axivîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî