Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî li gel Nûnerê Taybet yê Yakîtiya Ewropa bo pirosesa aştiyê li rojhilata navîn Sivîn Kombanz li dar xist, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê li rex karên xola 77 ya civatên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li New York ê gotûbêj kir.
Û Şandeyê tekezî li ser rola giring ya Yekîtiya Ewropa di piştgiriya veguhestina siyasî de li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herû biryarên 2118 û 2254 kir, û pesnê rola Yekîtiya Ewropa û helwestên wê yê pirensîpî di piştgiriya gelê Sûriyê de da.
Ji aliyê xwe ve Kombanz tekez kir ku tevî pêşindebûna qeyrana Okranya lê dosya Sûriyê hîn li bal Yekîtiya Ewropa cihê guhdanê ye, û careka dî tekez kir ku ti guhartin di siyaseta Yekîtiya Ewrpoa de derbarê Sûriyê û piştgiriya doza gelê wê tune ye.
Û bal kişand ser ku li bal Yekîtiya Ewropa raporin berfireh li ser rewşa mirovahî û qebareya mezin ya alîkariyên mirovahî hene, û tekez kir ku Yekîtî dê di karê şandina alîkariyên mirovahî de û nûkirina biryara derbaskirina alîkariyan di riya sînor re berdewam be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî