Şanda Hêzên Şoreş û Rikberiyê bo danûstandinên Asîtanayê, civînek li gel Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor li dar xist, û di hevdîtinê de nerînên cuda derbarê mijarên têkildarî gelê Sûriyê pevre gengeşe kirin.
Û Şanda me cextî li ser pêwîstiya pabendkirina rijêmê bi serbestberdana girtiyan bê bend û merc û diyarkirina çarenvîsa binçavkiriyên kotekî kir, her weha tekezî li ser rabûna Komîteya Xaça Sor ya Navdewletî bi serdana zîndanan û navendên desteserkirinê nemaze yên şaxên ewlekariyê kir.
Û Şandeyê tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya derbaskirina alîkariyan di xalên sînorî re kir, ji ber ku ew ji bo deverên rizgarkirî li bakurê rojavayê welêt weke şahdamara jiyanê ye.
Û Herdu aliyan li ser berdewamiya piştevaniya hewlên Netewên Yekbûyî ji bo avakirina mîkanîzmeke taybet bo girtî û wendayan weke dosyayeke mirovî dûrî siyaset û danûstandinan li hev kirin, her weha pêwendiyên li gel Komîteya Niştimanî ya Sûrî bo Karûbarên Winda û Girtiyan ji bo ku vê yekê rêkûpêk bike.
Û Tîma Xaça Sor behsa serdanên xwe bo hin girtîgehên li bal rijêma Esed axivîn, û diyar kirin ku rijêmê ti lîsteyên navên wan kesên ku di lêborîna ku berî nêzîkî salekê de hatiye derxistin radestî Xaça Sor nekiriyin.
Û amedebûyan bandorên biryara Komkara Erebî a vegerandina rijêma Esed bo Komkarê û çarenivîsa komîteya ku ji aliyê Komkara Erebî ve hatiye avakirin ji bo şopandina rêşûnên wê vegerê û ferzkirina wê li ser rijêmê gotûbêj kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî