Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, daxwaza vekolînekê derbarê derengketina gihandina alîkariyên navnetewî û navdewletî bo bakurê rojavayê Sûriyê, û hilgirtina berpirsyariyê di ber pirbûna hejmara Sûriyên di bin wêraniyan de mirin piştî erdheja wêranker ya ku roja duşemê 6 sibata 2023 li Sûriya û başûrê Tirkiyê xistiye kir.
Û Rapora Tora Mirovî mirina 6 hezar û 319 kesên sûrî bi sedema erdhejê û derengketina alîkariyên navnetewî û navdewletî ji 6ê sibata 2023an de heta 14ê sibata 2023ê belge kir, û tekez kir ku giheştina dereng ji alîkariyên Netewên Yekbûyî re bo bakurê rojavayê Sûriyê û hiştina rêxistinên sivîl yên xwecihî ku bi tenha serê xwe rûbirûyî tirsa erdhejê û encamên wê bibin, bû sedema zêdebûna hejmara qurbaniyên ku di bin kavilan de mirin, ev jî nîşan e ku bersiva Netewên Yekbûyî ne li gorî metirsiya erdhejê li bakurê rojavayê Sûriyê bû.
Û Raporê rexne li ranegihandina Netewên Yekkbûyî ji banga hawarçûnê re bo devera bakurê Sûriyê, wek çawa deverên dî yên di bin kontirola rijêmê de kir, û bal kişand ser ku rijêma Esed ya herî xirab e di operasyonên talankirina alîkariyên navnetewî de, bi rêjeya ku heye bighêje 90% ji tevaya alîkariyan.
Û raporê got ku dema dewletên bexişkar karê gihandina alîkariyan spartin Netewên Yekbûyî , tevlî ew zanîn ku NY bi derengî û bîroqratî kar dike, dihêle ku ew dewlet berpirsyar bin di ber derengmana gihiştina alîkariyên mirovî de.
Û cextî li ser pêwîstiya şandina tîmên Netewên Yekbûyî bo nirxandina bobelatan û hevrêzkariya di zûtirîn dem de li gel (UNDAC) li deverê kir, ji bo rizgarkirina kesên karin rizgar bikin, û Grûpa Navdewletî ya Şêwirdarî tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bilivîne ji bo bersivdana astengiyên ku erdhejê li ser xelkê devera bakurê rojavayê Sûriyê sepandine.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe de, daxwaza damezrandina platformeke piştevaniya navdewletî kir, ji bo birêvebirina operesyonên hevrêzkariya alîkariyê li bakurê rojavayê Sûriyê, da weke bijardeyeke din be li kêleka Netewên Yekbûyî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî