Hevrêzkarê Tîma Karê Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Ebdilmejîd Berekat, tekez kir ku di hevdîtina Hevbendiya Niştimanî ya vê dawiyê li gel Şandê Emrîkî bi Seroketiya Nûnerê Emrîkî yê taybet bo Sûriyê Joel Rayburn de, pêwîstî da mijara herî girîng di dema niha de, ew jî doseya Sizayên Qeyser û cezayên Emrîkî li ser rijêma Esed in.
Û Berekat got ku herdû aliyên di hevdîtinê de beşdar, cextî li ser girîngiya hevkarî û hevrêziyê di navbera Hevbendiya Niştimanî û Yasaya Qeyser di Rêvebiriya Emrîkî de kirin, û bal kişand ser ku aliyê Emrîkî pesnê karê ku Hevbendiya Niştimanî di şopandin û piştgiriya siyasî û rojnemevanî û di warê pêşkêşkirina agahiyan de bo cîbicîkirina yasayê û pêkanîna armancên wê da, nemaze di warê girêdayî bi hewildanên rijêmê û piştgirên wê daku ji van sizayan birevin.
Û Berekat got ku lîsta Emrîkî a nû yaku dê di demeke nêz de derkeve, dê girêngiyê bide aboriya rijêmê û bingeha wê, û got ku ji aliyê me de wek Hevbendiya Niştimanî em rola van lîsteyan û sizayan bilind dinirxînin, û em tekeziyê di hemû hevdîtinên xwe de li ser giringiya hevrêziyê û hevkariyê li gel rêvebiriya Emrîkî di vê derbarê de dikin, her weha pêwîstiya ku keresteyên xwirdemenî û bizîşkî yên taybet bo welatiyên Sûrî li derveyî cezayan bin.
Û Berekat anî ziman ku nûnerê Emrîkî di hevdîtinê de bi firehî li ser lîsteya dahatî yaku dê di vê heyvê de derkeve axivî, û ew lîste dê bêhtirî 20 kes û kiyanên aborî yên ku rijêm di riya wan re ji sizayan direve vehewîne.
Û Hevrêzkarê Tîma Karê Yasaya Qeyser di Hevbendiya Niştimanî de, bal kişand ser ku ew hemû hewlên xwe dikin daku bihêlin ew siza bingeha rijêmê armanc bikin, û ku ev siza li ser aboriya rijêmê û amûra wê ya leşkerî bêhtir kartêker û bi bandor bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî.