Endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Corc Sebra got ku “Ȇrîşên dijminkarî yên Rûsiya dijî sivîlan li Sûriyê pêk anîne, êrîşeke leşkerî û siyasî ya berovajî ye, ji bona berovajîkirina binyatê çareseriya siyasî ya li ser hatî avakirin û guhertina pêvajoya wê .
Sebra bal kişand ku Rûsan “hewla pêşkêşkirina boçûna xwe da, ku ewjî dubarekirina şiyandina rêjîma Esed bû bi awayekî ku xudan rol be di çareseriya siyasî û di paşeroja Sûriya de, lê Civaka Navdewletî ew bîroke red kir, ji ber ku di binyatê de Esed bi xwe çareseriya ewlekarî û ya leşkerî helbijarat, herwiha Îran serektirîn piştgirê wê ye danpêdan bi Jinêv 1 nekiriye”.
Di vê mijarê de Sebra pirsyar kir “çawa çareseriya siyasî wê bête avakirin li ser binemayê berdewamiya Esed, yê berpirs di ber tawanên mezin de di derheqê gelê Sûriyê de?”.
Herwiha Sebra hewlên Potîn derbarê şiyandana rêjîma Esed bi “bêhûde” binav kirin, ji ber ku “rêjîmê” bi xwe teror dirust kiriye û bi hawirdekirina çeteyên Hizibulaha terorîst û mêlîşeyên tayifeperist ji Îraqê û pasdarên Îranê û tevî rêxistina DAÎŞê û rêxistinên terorîst yên din yên peydabûyîn wek karvedan ji terora rêjîmê re “.
Sebra got: “piştî rijandina hevqas xwîn, dîtir demên pêş destpêkirina Şoreşê li Sûriyê venagerin, ku Rûsiya hewla vê yekê dike”.
Di heman mijarê de Sebra daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku “bi herdu çavan li terorê temaşe bikin, çavek li ser terora rêjîmê ku ew terora dewletê ye û çavê din li ser terora DAÎŞê, ku ew terora rêxistinan ne”.
Jêder:Hevbendî