Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf got ku divê Rûsiya dest ji hewlên xwe yên zîvirîna li şoreşa Sûriyê berde, û nema esed bide pêş. Û daxwaz jê kir ku hevkariyê bi civaka navdewletî re bike ji bo rêkeftin pêk were li ser cêbicêkirina çareseriya siyasî li Sûriyê ligor tekestên biryarên navdewletî û daxuyaniya Cenêv û bi taybetî biryara 2254.
Sêf îro roja sêşemê daxuyaniyek da û têde tekez kir ku berdewamiya Rûsiya di hewlên xwe yên takalî û sepandina dîtina xwe de, tevlî ku ew ticarî di vê nerînê de biser neketiye jî, sûrbûna wê li ser beravîtîkirina piroseya siyasî, û têkçûna wê di rola wê de wek endamekî herdemî di NY de diyar dike.
Serokê Hevbendiya Niştimanî cext kir ku vîna gelê Sûriyê nayê şikandin, ne bi rêka bikaranîna fişaran li ser opozisyona Sûrî û piroseya siyasî, û nejî bi rêka kuştinê û armanckirina bazar û nexweşxane û navendên xizmetgizariyê yên bi piştgiriya firokên Rûsî.
Sêf tekez kir ku hêzên opozisyona Sûriyê ji her demeke berê bêhtir hevgirtî ye, û bûye cihê baweriya xelkê Sûriyê ji ber dakokiya wan ya berdewam li ser dabîkirina daxwazên gel û guhertina sîstema rijêmê bi awayekî bingehîn û rasteqîn ber bi avakirina dewleteke demokrat û firealiya siyasî bê hebûna rijêma Esed a diktator.
Sêf bal kişand ku desteya giştî ya Hevbendiya Niştiman ji berî sê heyvan deng da ji bo baykotkirina kongirê “Soçî”, û got ku ew baykotkirin bi xwe dakokiyeke li ser pêkanîna çareseriya siyasî ligor encamên danustandinên Cenêvê ên bi çavdêriya NY.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî