Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, diyar kir ku mana Sûriyê wek welatekî yekgirtî bê hebûna Beşar Esed û desteka wî ya desthilatdar ew take çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên gelê Sûriyê yên berdewam.
Sêf di sergotara xwe ya di hevdîtina sêyemîn ya Komelgaha Giştî ya Encûmena Îslamiî ya Sûrî de, got ku îro parastina yekparçebûna xaka Sûriyê û parçenekirina wê û avakirina sîstemeke demokrat ku sercem hemwelatî têde li pêşiya yasayê wek hev bin di berjewendiya gelê Sûriyê de ye.
Sêf daxwaza belavkirina çanda lêborîn û hevqebûlkirinê kir, û dît ku ev yek wê bibe fakter ji bo rizgarbûna wan ji stem û zordariyê û bidestxistina rûmet û azadiyê.
Serokê Hevbendiyê tekez kir ku belavbûna nûçeyên mana Beşar Esed di qonaxa veguhêz yan di paşeroja Sûriyê de bi carekî redkirî ye û nayê pejirandin, û bal kişand ku ev yek wê bibe sedema zêdebûna kuştin û wêrankariyê.
Û cext kir ku nabe hevkarî ligel wê Rijêmê bibe, yan veberhênana wê dubare bibe, û divê ew bête dadgehkirin bi gunehê kuştin koçberkirina bi milyonên kesan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî