Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ko ew piştgiriya operasiyona danûstandinê li Cinêvê dikin ji bo misogerkirina çareseriya siyasî ya li ser cîbicîkirina daxuyaniya Cinêvê û herdu biryarên Encûmena Ewlekariyê 2118 û 2254 û damezirandina desteyeke desthilata veguhêz bi karûbarên tekûz û çûna Beşar Elesed û zilamên wî û dadgehkirina wan li ser tawankariyên kirine.
Di hevdîtina serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf digel nûnerên Hevbendiyê di desteya bilind ya danûstandinan de, Sêf tekez kir ko ew piştgiriya desteya bilind ya danûstandinan û şandeya danûstandinan dikin, û ewê hemû alîkariyên serkeftinê ji wan re dabîn bikin da di karûbarên xwe de biser bikevin.
Civîngeran tekezî li ser xurtkirina peywendiya navbera Hevbendiya Niştimanî û desteya bilind ya danûstandinan kirin, û ewê hemû bizavan bikin yek ji bo bigihêjin çareseriya siyasî ya ko rijandina xwîna Sûriyan yên ko rojane bi destê hêzên rêjîmê û hevalbendên wê ji heft salan ve têne kuştin rawestîne.
Sêf behsa rola Îranê ya tawankarî kir, ya bi rêya milîtanên xwe yên li Sûriyê belavkirî ne dike, ew hêzên ko bûne piranî di nav hêzên rêjîmê de.
Tê zanîn ku Netewên Yekbûyî li ser zimanê şandyarê xwe Stîvan Dî Mistora ragihand ko wê danûstandinên Cinêvê di 16ê vê gulanê de careke din çêbibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî