Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, tekez kir ko amadekarî dibin ji bo pêkanîna çend pirojeyan ji bo birêvebirina herêmên rizgarkirî û pêşkêşkirina xizmetan ji niştecihan re. û Sêf got ku giring e birader û hevalên miletê Sûrî piştgiriya van pirojeyan bikin, yên ko Desthilata Sûrî Ya Demkî plana wan datîna ji bo derd û zehmetkêşiyên miletê Sûrî yê ko kirêtirîn tawankarî bi destê rêjîma Esed û hevalbendên wê derheqê wî de dibin sivik bike.
Sêf di hevdîtina şandyarê Nerwêcî “Kinot Eylîf Layin” de, bal kêşand ser ko Hevbendiya Niştimanî bizavê dike ji bo bi rola xwe ya ku ji destpêkê de li ser ava bûye rabe, û birêveberiya herêmên rizgarkirî bike û xizmetkariyan ji niştecihan re pêşkêş bike.
Serokê Hevbendiya Niştimanî plana serokatiyê ya qonaxa dahatî pêşkêş kir, û rola mezin ya dikeve ser milê Desthilata Demkî destnîşan kir, û tekez kir ko guhdan bi dosya fêrkirin û tendiristiyê û kartêkerkirina jinûve ji dezgehên dewletê re dibe, piştî ko bi awayekî rêbazkirî hemû bargeh û avahiyên wan wêran bûne, ji encama bombebarna bêserûber ya ko rêjîma Esed li herêmên rizgakirî kiriye.
Sêf di hevdîtina şandyarê Nerwêcî de got: “hêviya me di piştgiriya we ji operasiyona siyasî re heye, ji bo sînorek ji tumabûna Rûsî û Îranî re bête danîn, ku dixwazin çareseriya leşkerî bi ser bikeve, û li dijî çareseriya siyasî ne ”.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehre diyar kir ko danûstandinên li Cinêvê dibin, şirîkekî rastî tê de nîn e, Elbehre diyar kir ko “rêjîm ne amade ye ko bi çareserkirina siyasî pabend be, û hîn jî dixwaze bi şêweyê leşkerî çareser bike.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî