Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf, nameyek ji NY û encûmena asayîşê û komkara Erebî û rêxistina hevkariya Îslamê û encûmena hevkariya dewletên kendavê û 26 dewletên din yên bira û dostên gelê Sûriyê re şand, û têde tekezî kiriye li ser giringiya rawestandina oparesyona leşkerî ya hovane ya bi destê rijêma Esed û hevalbendên wê dibe dijî bajarê Der’a û gund û bajarokên derdora wê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de tekez kiriye ku ev êrîş dibe binpêkirinek eşkere li ser sercem biryarên navdewletî û rêkeftina agirbestê, û got ku ev yek “dibe gefek mezin li ser asoyên dîtina çareseriyek siyasî li Sûriyê“.
Sêf bal kişand ku ” heger rê bête dan bo rijêma Esed û hevalbendên wê bo sepandina yekaliyek leşkerî li Der’a wek heman ya li ser Helebê hatî sepandin ya hevdem ligel bêkariya navdewletî ya kirêt, dîtir wê hîç handerek nemîne li rex Esed ku tevlî piroseya siyasî bibe ya ji bo pêkanîna veguhestinek siyasî”, û dît ku yek wê bibe fakter ku gelê Sûriyê “bicarekî baweriya xwe bi piroseya siyasî jidest bide, ku heta niha piroseya siyasî bitenê bijaredeya stratîjîk ya opozisyona Sûriyê ye“.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku miqate bin li rewşa dijwar ya bajarê Der’a , nemaze hevdem ligel pêla koçberiya mezin ya dibe ji navçeyê ber bi sînorê Urdinê û peydanebûna pêdawîstiyên jiyanê û Sêf li hember vê yekê daxwaza standina rêşûnên berdest ji bo çareserkirina bobilata mirovî ya dibe bi sedema êrîşên Rijêmê kir.
Sêf di nameya xwe de hemû alî handan li ser bizavên bilez ji bo neçarkirina rijêma Esed û hevalbendên wê ji bo rawestandina dojminkariya xwe û tevlîbûna piroseya siyasî bi awayekî rijd û bi niyazek paqij.
Serokê Hevbendiyê di nameyê de gotiye ku niha dem hatiye ku civaka navdewletî kar bike bo dirustkirina mîkanîzmekê ji bo rê bigire li dubarebûna wek van binpêkirinan li ser biryar û yasa navdewletî bê siza, û tekez kir ku pêwîst e rijêma Esed û hevalbendên wê bêne dadgehkirin li ser tawanên xwe yên li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê