Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Sêf: Nerîna derbarê Çûna Esed Nayê Guhertin û Kongirê Riyaz wê Serbikeve

November 17, 2017
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 3 mins read
A A
Sêf: Nerîna derbarê Çûna Esed Nayê Guhertin û Kongirê Riyaz wê Serbikeve

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Riyad Sêf dît ku opozisyona Sûriyê hevdeng e li ser çûna Bişar Esed, û diyar kir ku kongirê Riyaz yê çavrêkirî, wê bibe fakterê bihêzbûna helwesta opozisyonê di danustandinên dahatî yên Cinêvê de.

Sêf di çavpêketinekê de ji ajansa Anadol re diyar kir ku wê di civîna opozisyona Sûriyê de li heftiya bê li Si’ûdiyê li Riyaza paytext wê “karê desteya bilind ya danustandinan ê dema borî bête nirxandin, û herwiha wê careke din li mîkanizmên danustandinê bête nerîn”.

Sêf cext kir ku wê ” hîç guhertinek di helwesta ji çûna Esed de nebe, û ku piraniya beşdarên kongir piştgiriya helwesta hevbendiyê li hember vê yekê dikin”, û tekez kir ku kongir “wê serbikeve ji bo dirustkirina lênêrîneka zelal ya opozisyonê”.

Û zêde kir û got: ” armanca me bi carekî ji bo bidawîkirina hikumraniya stemkariyê û avakirina dewleta yasa û dadperweriyê ye, û her aliyê beşdar be ligel me, em ê destê alîkariyê bo wî dirêj bikin”.

Serokê Hevbendiyê nîgeraniya xwe li hember kospkirina danustandinan xuya kir, û got: “her ji 4 salan ve danustandin di navbera me û NY dibin, û Rijêmê heta îro amadebûna xwe ji bo çareseriya siyasî diyar nekiriye”.

Û zêde kir û got: ” heger rewş weha berdewam bibe, hîç mifa ji danustandin û kongiran nîne “, û got: “em beşdar dibin da ku opozisyon yekrêz be, ne ji bo berhemhêna opozisyoneke çêkirî, yan ya pabend nebe bi berjewendiya gelê Sûriyê”.

Û derbarê helwesta Hevbendiyê ji kongirê Sotçî, yê bi gazîkirina Rûsiya , Sêf got: “Hevbendî bi carekî kongirê Sotçî red dike, ji ber ku hîç bihane nîne ji bo bestina wê, û heger Rûs bixwazin piştgiriya çareseriya siyasî bikin, dikarin fişaran li Rijêmê bikin ji bo beşdariyê di danustandinên Cinêvê de bike”.

Sêf derbarî bangewaziyên hin dewlet û aliyan yên dibêjin ku pêwîst e opozisyon “aqlane û riyalîst be”di serderiya ligel guhertinên navdewletî de, û got: ” li vê dawiyê em van herdu gotinan dibihîzin, aqlane û riyalîst , û heger ligor aqil û riyalîstiyê be, di pêşiyê de pêwîst e ji wî tawankarî re bêjin êdî bese û ew bête dagehkirin, li ser tawanên wî û koçberkirin û bikaranîna çekê kêmyayî li dijî gel, ku ew bi sercem tawanan hatiye gunehbarkirin”.

Dîsa got: “gelo aqilmendek heye bêje ku mafê Esed heye bibe serokê milet dijî hez û vîna milet, û hin ji dewletan palpiştin bo tepeserkirina vî miletî, û heger her tawankarek bête xelatkirin ji bo xweparastina ji ziyanên wî, li wê demê wê ev yek bibe hander bo karê kuştin û şerxwaziyê, ku li vir hîç riyalîstî nayê pesendkirin, û hîç riyalîstiyek weha nîne”.

Sêf sersomaniya xwe nîşan da li hember ku ” doza Sûrî li hindav girêka Esed radiweste, hebe yan nebe di qonaxa veguhêz de?”, û tekez kir ku pêwîst e cîhan helwestek rewştî û mirovî û aqilmendî hebe, ku Bişar Esed bi dawî hatiye, û pêwîste dûrbikeve, û gelê Sûriyê kare çareseriyê peyda dike piştî çûna Esed.

Sêf, derbarê daxuyaniya hevbeş ya piştî hevdîtina herdu serokên Amerîka û Rûsiya li Vîtnamê li heftiya borî diyar kir ku herdu dewletên (Rûsiya û Amerîka) di daxuyaniyê de çi çareseriyek siyasî ya zelal pêşkêş nekirin, û got: “pêwîstiya me bi îradeyek navdewletî heye, û bi taybetî ji Rûsiya û Amerîka û em bi berjewendiyên wan têdigehin, lê di çarçovê erêkirina gelê Sûriyê de, rêkeftina wan li ser çareseriya siyasî yekemîn merc e û duwem merc, pêwîst e nîzîkî piransîpên gelê Sûriyê nebin”.

Sêf dît ku ” daxuyanî destkariyê dide Potîn bo dîtina çareseriyê, û yeqîn ku çareseriya Potîn dixwaze, ya dixwaze Esed bimîne û bikaribe bi yasayî berdewam be”.

Serokê Hevbendiyê xuya kir ku “navçeyên kêmkirina oparesyonên şer nakeve di xizmeta çareseriya siyasî de, li dema ku aliyê gerantor bi xwe bi firokan bombebaranê dike”, û bal kişand li ser bombebarankirina bajarê Atarib û kuştina bi dehan kesê wê ji berî çend rojan ji aliyê Rûsiya ku yek ji aliyê gerantor e, tevî êrîşên esmanî yên berdewam li ser Xûta rojhilat, herwiha Sêf cext kir ku çareseriya siyasî bi xwe ” pabendbûna bi daxuyaniya Cinêvê û bi biryarên encûmena ewlehiyê ye”.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Toreyeke Mafnasiyê Rexneyê li Netewên Yekgirtî û Zanyariyên wê yên Dûrî Rastiya Rewşa Sûriyê Dike

Toreyeke Mafnasiyê Rexneyê li Netewên Yekgirtî û Zanyariyên wê yên Dûrî Rastiya Rewşa Sûriyê Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.