Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf bîrnameyek ji 30 dewletên dost û bira re, her weha ji çend rêkxistinên navdewletî û ya pêşî Netewên Yekbûyî re şand, tê de li ser têwerdana Îranê di Sûriyê de axivî, û şûnmayên têwerdanê û encamên wê yên xirab bi sedema belavkirina milîtanên terorîst û ramanên idyolocî yên tundrew şirovekir.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko “di bin siha têwerdana Îranî ya dagîrkerî de çareserkirina siyasî pêk nayê, û got tu carî aştî û aramî li herêmê peyda nabin eger milîtanên Îranî li Sûriyê bi azadî tev bigerin ”.
Sêf di bîrnameya xwe de got” qebareya têwerdana Îranî di Sûriyê de nema ji kesî tê veşartin her weha rola wê ya navendî di astengkirina bizavên rawestandina rijandina xwînê de, her weha bizavên ku hêviyên miletê Sûrî misoger bikin û mafên wî yên rewa dabîn bikin asteng dike.”
Sêf dubare kir ko têwerdana Îranî ne rewa ye, û bal kişand ser ko miletê Sûrî ev têwerdana ku alîkariya Esed di kuştina bi sedhezaran Sûriyan dike, her weha dihêle bi berdewamî çekan bikar bîne û ji wan jî çekên kîmawî bi yekcarî red dike.
Sêf diyar kir ko têwerdana Îranî “bi biryara istiratîcî û siyasî ya Îranê ve girêdayîye” û ji hêla desthilata Îranî ve piştgiriya darayî werdigre, û pasvanên şoreşger yên Îranî û hêzên Basîç û artêşa Îranî vê têwerdanê cîbecî dikin, û hejmarek mezin ji yekîneyên milîtanan hatine çêkirin û şervan ji Libnan, Îraq, Yemen û Efxanistan û welatine din anîne, bêtir got ko ew milîtan li gelek cihên Sûriyê belav kirine û bûne hêza Rêjîmê ya bingehîn.
Her weha serokê Hevbendiya Niştimanî got ku ev yekîneyên mezhebperest bizavê dikin ji bo cîbicîkirina plana Îran ya ko hewl dide pirojeyê Îdyolocî yê tundrew li Sûriyê ferz bike, û ji bo misogerkirina wê siyasetê qirkirina regezî bikar tîne.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got ko milîtanên Îranê di pêkanîna bi dehên kuştaran di derheqê sivîlan de beşdar bûne, û destê wan di operasiyonên qirkirina regezî de heye.
Her weha got :hemû bizavên ko amanca wan şerê terorîstiyê ye, wê bê sûde bin eger gotara idyolcî ya gurkirina kînê berdewam be li gel belavkirina çanda tundutûjî û dexsê.
Sêf berdewam kir û got: “em berpirsiyariya çareserkirina vê dosyayê didin ser milê civaka navdewletî û di serî de endamên herdemî hem jî serokê encûmenê” û ji wan xwest ko pêngavên pêdivî bavêjin û di serî de rêkxistina pasvanên şoreşger ya Îranî û milîtanên hizbulah li Libnan û Îraqê û hemû milîtanên mezhebperest yên bi Îranê ve girêdayî ne têkin lîsta tiroristiyê û lîsta rêkxistinên tirorist ya Emerîkî û Ewropî.
Her weha ji wan daxwaz kir ko biryarekê derxînin têwerdana Îranî di Sûriyê de pirotesto bikin û berdana wê jî dabîn bikin, û xwest dosya binpêkirina mafên mirovan û tawankariyên lidijî mirovantiyê yên ko di derheqê miletê Sûrî de dibin bibal dozkarê giştî yê dadgeha tawankariyên navdewletî bêne şandin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî