Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit bi gereke şopandinê li ser Derwazê Sînorî yê Girê Sipî li gundewarê Reqayê rabû, û li rêvebirina kar têde temaşe kir, û li rêvebirê dergeh û karmandên têde dixebitin û giringtirîn astengiyên ku rastî karê wan tê û pêdviyên wan guhdarî kir.
Û Şand ji Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Welî, Mihemed Elî Îsa, Yasir Elferhan, Husên Elebdellah, Ebdellah Elmihemed Elferec, Îbrahîm Serdar Elmilî, Hemîde Elteherî, û Cîgirê Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Redîf Mustefa û Cîgirê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî Seed Şiwêş pêk dihat.
Û Elmislit pesnê karê ku rêvebiriya dergeh dike da, û cextî li ser giringiya pêşketina kar û bilindkirina asta xizmetkariyên ku ji bo welatiyan pêşkêş dibin kir.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî dê xebatê li gel saziyên wê yên cîbicîkar di dabînkirina êm û semadê û tabloyên enêrjiya rojê de bo xelkê bike, ew jî dê bi awayekî erênî li ser çakkirina tevgera aborî vegere, ji ber ku xelkê deverê bi awayekî mezin xwe dispêrin çandin û xwedîkirina ajalan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî