Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî li gundewarê Helebê, Ehmed Elşehadî, sardana Serokê Encûmana Xwecihî li bajarê Marihê birêz Foad Ebas kir, û pê re amadekarîyên Encûman jibo xweparastinê ji Vîrusa Korona gengeşe kirin.
Û herdû aliyan behsa avahiyên giştî û dezgehên xizmetkariyê li bajêr kirin, nemaze amadekariyên nexweşxana Marihê û avahiyên tendurustî yên din, daku amade bin ji bûyerên rojên bê re.
Û Elşihadî amadekariyên ku Encûman pê radibe ji bo kêmkirina belavbûna Vîrusa Korona wek paqijkirina bazar û kolan û dezgehên giştî şopandin, û li ser pêwîstiya jihevdûrbûna civakî di vê qonaxê de axivî.
Û herdû aliyan tekezî li ser girîngiya temîniyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî derxistine kir, herweha domandina pirosesên hişyariyê ji bo xweparastina ji Vîrusa kujer da welat ji bin gefên xeternakiya ku li ser cîhanê tevî heye derxin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî