Hevserokê Komîteya Destûrî ya Sûrî, Hadî Elbehra, û herdû endamên Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ehmed Şhadê û Necîb Rehmûn, serdana bajarê Izazê yê gundewarê Helebê kirin, ji bo şopandina rewşa derbider û koçberan û naskirina hewcedariyên wan ên sereke.
Û sedana encumanên xwecihî yên bajêr û dezgehên xêrxwaziyê û çalakvaniyên sivîl û yên şoreşgerî kirin, û bi wan re rewşa derbider û koçberan û çawaniya pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û yên hewarçûnê û keresteyên sereke yên ku gereke di spetên alîkariyê de hebin gengeşe kirin.
Û li ser giringtirîn hewcedarî û kêmasiyên derbider û koçberan rawestiyan, herweha behsa amadekariyên ji bo pêşwaziya hejmarin mezin ji derbideran di dema berdewamiya bobelata mirovahî ji encama operasyona leşkerî ya ku rijêm û Rûsiya serpereştiya wê dikin, dijî Idlib û gundewarê başûr – rojavayê Helebê.
Û Hevserokê Komîteya Destûrî, endamên encumana xwecihî û nûnerên dezgehên xêrxwazî û çalakvaniyên şoreşger bi pêvajoya danûstandinên navdewletî yên bo rawestandina helmeta leşkerî li ser Idlibê agahdar kirin, û tekezî li ser wê yekê kir ku tiştê li Idlibê dibe ji ber bêkêriya navdewletî ye”.
Û şiroveyek li ser prosesên têkiliyan yên berdewam bi civaka navdewletî re da wan pêşberî berpirsyariyên wan ên qanûnî bikin, ji bo cîbicîkirina agirbestê û parastina sivîlan û vegera li prosesa siyasî ji bo cîbecîkirina biryara 2254, pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî