Tabûrên Artêşa Azad berdewam in di şerên xwe de yên di nava paytextê de yên bi armanca têkşikandina dorpêçkirinê ji ser herdu taxên Qabûn û Berzê.
Îro roja sêşemê, çalavkanan gotin ku niha şoreşger şeqama “Faris Xûrî” bi agir kontrol dikin, û niha û di qonaxa duwem ya şer de dest bi êrîşkirina Geraca Ele’basîn dikin.
Ev şer tên piştî berdewamiya hêzên Rijêmê li ser binpêkirina rêkeftina agirbestê û tevî pêkanîna kiryarên koçberiya neçarî ku li vê dawiyê li taxa Ewle’ir hat pêkanîn.
Çalakvanan bal kişandin ku hejmara kuştiyên Rijêmê û milîsên Îranê gihiştin derdora 100 kesî, ku Rijêm bi vê hejmarê ket lezubeza xwe û rabû bi şandin û zêdekirina hêzên yedek ji bo rûbirûbûna êrîşan.
Û hin efserên leşkerî bal kişandin ku şerên dawiyê yên di hindur mala Rijêmê de, lawaziya Rijêmê ji aliyê leşkerî xuya kir û herwiha palpiştiya wê ya li ser milîsên mezheperist yên Îranê diyar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştumanî