Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, şiroveyek berfireh li ser karê Desteyê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên niha lidarketî yên xola normal a 59an de pêşkêş kir.
Û Elebde karê Desteyê û çalakiyên wê bo gihiştina çareya siyasî yaku dê hêviyên gelê Sûrî di azadî û rûmet û demoqrasiyê de li gor biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2018 û 2254 pêk bîne berçav kir.
Û Elebde şiroveyek li ser hevdîtinên ku li gel berpisyar û dîplomatên di Rêvebiriya Emrîkî de û Yekîtiya Ewropî û Dewletên Ereb û hevdîtina bi Emîndarê Giştî yê Netewên yekbûyî António Guterres û Nûnerê Navdewletî Geir Pedersen pêşkêş kir, û diyar kir ku Deste tekeziyê li ser giringiya normalnekirina têkliyan bi rijêma Esed re û berdewamiya di sepandina sizayan li ser sembolên rijêmê û tevlênebûna çi pirosesa nûavakirinê berî veguhestina siyasî dike.
Û Elebde li ser çalakiyên ku Desteya Danûstandinê bi wan rabûye bo şopandina doseya girtiyan û doseya dadweriya veguhêz tevî lêpirsîn û sizedanê axivî, û bal kişand ser ku Komîteya Girtiyan di Desteya Danûstandinê de çalakiyek lidar xist, têde nûnerên deh dewletan û kesayetin ji civaka sivîl amade bûn, û tekez kir ku Deste kar li ser parastina doseyên hatine pêşkêşkirin dike, û nahêle ku ti kes wan piştguh bike an giringiya wan kêm bike.
Û li ser pêvajoya gera şeşemîn ya karên Komîteya Destûrî ya Sûrî yaku li Cinêvê di heyva bûrî de lidar ket axivî, û cext kir ku rijêm sedema têkçûna gerê ye, gera ku ji bo gihiştina hin lihevkirinan li gor rêbaza ku Nûnerê Navdewletî pêşniyar kiriye lidar ketibû, û tevaya aliyan jî li ser li hev kiribûn, lê hîn jî rijêm xwe bi şûnde dide û ti cidîbûnê di çi beşî ji beşên pirosesa siyasî de diyar nake.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî