Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, şiroveyeke berfireh derbarê karê Desteya Danûstandinê li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên xola normal a 61ê de pêkêş kir.
Û Elebde karê Desteyê û çalakiyên wê û encamên hevdîtinên ku li gel berpirsyar û Şanderên Navdewletî li dar xistine, bo riya gihştina çareya siyasî yaku hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 berçav kirin.
Û Elebde li ser pêgiriya Desteya Danûstandinê bi helwestên xwe derbarê pirojeya Şanderê Navdewletî Geir Otto Pedersen “Gav bi Gavê” axivî, û tekez kir ku ev helwest li gor lihevkirina di navbera pêkhatên Desteyê de hate standin.
Û tekez kir ku Desteyê helwesta durust stand, û ew li gor rasparteya Desteyê ya di kongirê Riyadê de ye, yaku tekez dike ku armanca sereke ya pirosesa siyasî veguhastina siyasî ye, û got ku hemû alî niha karê Desteyê û karîna wê ya rawestandina çi derketina derveyî pirosesa siyasî bilind dinirxînin.
Û Elebde cext kir ku hin dewletên ku piştgiriya Esed dikin hewil didin ku xala hikumdariyê ya biryara 2254 yaku avakirina Desteya Hikumdariya Veguhêz têde heye piştguh bikin, û dît ku ew biryarê ji naverok û gewherê wê vala dike.
Û diyar kir ku pêşindeya Desteya Danûstandinê ya Sûrî niha karê li ser vekirina tevaya rêyên di biryara 2254 de ye, her weha karê li ser cîbicîkirina wê bi awayekî tam ta bighêjin veguhastina siyasî ya tam.
Û Elebde bal kişand ser ku Desteya Danûstandinê di tevaya hevdîtinên ku li dar xistine de, cextî li ser giringiya karê li ser serbestberdana girtî û binçavkiriyên kotekî kiriye, her weha pêwîstiya kartêkerkirina rêya lêpirsîn û sizakirinê daku tawanbar bên sizakirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî