Serokê desthilata Sûrî ya demikî birêz Abdulrehman Mustefa û wezîrên desthilatê, gereke meydanî li bajarê Girê Spî yê gundewarê Reqayê pêk anîn, piştî ew ji milîtanên PYD di operasyona “Kaniya Aştiyê” de rizgar kirin.
Di destpêkê de şandê berê xwe da xelkê bajêr, û serok û wezîran li daxwaz û hewcedariyên xelkê guhdar kirin, û soz dan wan ku ewê kar ji bo pêkanîna daxwazên wan û dabînkirina aramiyê li bajêr bikin, û tekez kir ku piûtî dever ji bin destê rêxistinên terorîst derket, ket qonaxeke nû de û navnîşana wê ya sereke vegera hêminî û azadî û rûmetê ye bo xelkê.
Û bal kişand ser ku desthilat kar ji bo damezirandina encumanên xwecihî ji xelkên deverê dike, û karakirina tevaya dezgehan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo niştecihan.
Û paş re şanê berê xwe da baregeha feyleqa sêyemîn Artêşa Niştimanî ya Sûrî, û serokê desthilatê spasiya tevaya şervanên ku her tişt dan ji bo rizgarkirina deverê, û temîniya serederiya baş bi sivîlan re alîkarîkirina wan di dabînkirina hewcedariyên wan de kir, ta dezgehên desthilatê û yên polîs bi rola xwe ya tekûz rabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî