Hevrêzkara nivîsîngeha karûbarê penaberan di Hevbendiya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, Emel Şêxo, diyar kir ku komîteya Sûrî- Tirkî ya hevbeş kariye rewşa hejmareke mezin ya penaberên ku li Stenbolê dimînin serrast bike, tevlî hinên ku rewşa wan awarte ye jî .
Herwiha destnîşan kir ku niha wan kesan nasnameya parastina demkî (kimlik) a Stenbolê wergirtine, û niçetîbûna wan bûye bi awayekî yasayî, û nema rastî ti metirsiyekê tên. û Şêxo destnîşan kir ku ji nava van kesan xwendekarên dibistanan ligel malbatên xwe, û xwendekarên zanîngehên Stenbolê, û yên erêkirina kar bi wan re hene, herwiha ewên ku divê careke din kimlikê aktîv bikin û karteke nû derxîn in jî hene.
Herwiha diyar kir ku wan karîbû kimlikê ji wan kesan re derxînin yên ku li nexweşxaneyên Stenbolê têne dermankirin, û yên dixwazin malbatên xwe li xwe bigrin, û got ku lixwegirtina malbatan çêdibe; heger piraniya endamên malbatê xwedan kimlik bin li Stenbolê.
Û got jî divê tevahiya penaberên Sûrî zû rewşa xwe bişopînin ji aliyê yasayî ve, û tevahiya rêkaran bikin ji bo serastkirina rewşa xwe berya hatina 30 heyva çirîya pêşîn, û daxwaz ji wan kesan kir ku rewşa xwe ya yasayî li yek ji navendên penaberiyê , Sultan Bîlî an Esenler anjî Esenyort, serrast bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî