Wezîrê Darayî yê hikûmata demkî ya Sûrî Dr Abdul-Hakim Al-Misrî, ligel rêvebirên deriyên sînorî û rêvebirê saziya zêdekirina tovên çandiniyê, serdana saziyên devera Al-Ra’î li gundewarê bakurê Helebê kir, û plana wezaretê şirove kir, û ew li ser saziyên xwecihî belav kir ji bo zêdekirina daraya hikûmetê.
Wezîrê darayî seredana baregehê Hevbendiya Niştimanî Sûrî li gundewarên Helebê kir, û bi endamên Hevbendiyê, Ehmed Al-Şihadî û Nacib Rehmon re rewş û pêdiviyên mirovî li navçeyê, û karê sazî û xizmetgozariyên hikumetê yên ji bo xelkê gotûbêj kirin.
Wî herweha civînek ligel endamên encûmena xwecihî û karmendên deriyê sînorî yê “Al-Rai” lidar xist, û tekezî li ser pêwîstiya yekirin û hevahengiyê di navbera hemû saziyan de kir, û herweha pêdagiriya mercên kar ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyên baştir ji nişteciyan re.
Wezîr tekezî li ser girîngiya geşepêdana kerta çandiniyê li deverê kir, û sektora çandiniyê yek ji giringtirîn sektoran yên ku dikevin di çarçoveya armanc û plansaziyên hikûmet û wezareta darayî de da zanîn.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî