Serokê desthilata demkî birêz Ebdulrehman Mistefa daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko 4 milyon sivîlî li Idlibê biparêze, û bombebarana berdewam ya firokên Esed û Rûsya rawestîne. Ev di hevdîtina digel Amanda Robert berpirsiyara dosya Sûrî li Netewên Yekgirtî û şanda digel li bargehê desthilata demkî li bajarê Entabê gotûbêj kirin.
Mistefa tekez kir ko giring e çareseriyeke lezgîn ji bo bombebaranê rawestîne bête dîtin, û sivîl bêne parastin, û diyar kir ko piraniya niştecihên Idlib sivîl in, ên rêjîmê bêtir ji carekê ew koçber kirine.
Li hevdîtinê wezîrê fermanveriya xwecihî Mihemed Seîd Selman û birêveberê peywendiyên derve yê desthilatê Yasir Elhecî amade bûn, û rola desthilatê di birêveberina herêmên rojhelatê feratê de gotûbêj kirin. Mistefa li ser rola desthilatê tekez kir, ko wê encûmeneke xwecihî ji bajarê Til Ebyed re çêkir, li gora awayekî lihevkirî navbera niştecihên bajêr, û şaxek ji polîsên leşkerî re çêkir, nuha jî li ser çêkirina polîsên sivîl û damezirandina dadgehên sivîl û aktîvkirina dadweriyê kar dike, û got ku wezareta berevaniyê dê çi kesê zêdegaviyan bike siza bike.
Amanda ji hêla xwe ve tekezî li ser giringiya peywendiyên desthilata Sûrî ya demkî di gel wan kir, û got giring e ev peywendî berdewam bikin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî