Serokê Firensa Firanswa Holand li Parîsê pêşwaziya Şanda Hevbendiya Niştimanî kir, ku pêk dihat ji heryek ji Xalid Xoca Serokê Hevbendiyê û Ehmed Tû’ihma Serokê Hikûmeta demkî û Selîm Idrîs wezîrê beraveniyê û endamên Hevbendiyê heryek ji Mîşêl Kîlo û Burhan Xelyon û Selah Derwîş û Munzir Maxos. û piştî bidawîhatina Civînê Xoca; piştgiriya firensa û alîgiriya wê bo mafên Sûriyê ji rêjîma Esed ragihand, û herwiha dazanîn ku rêjîma Esed jêder û sedema terorê ye.
Serokê Firensa got ku: ” Hevbendî nûnerê gelê Sûriyê ye, û firensa li kêlek Hikûmeta Sûriyê ya demkî radiweste û piştgiriya bizavên wê dike bo xizmetkirina gelê Sûriyê, û herwiha wê berdewam be di zêdekirina piştgiriya xwe bo sercem astên Siyasî û leşkerî û abûrî”, û got ku: ” Beşar Esed û rêjîma wî ew in arîşe di Sûriyê de, û pêwîst e bêhtirîn fişaran bêxin li ser vê rêjîmê”.
Ji aliyê xwe ve û piştî bidawîhatina Civînê, Xalid Xoca got ku: “helwesta Firensa heman ast û helwesta Hevbendiyê ye, û em herdu alî; Beşar Esed bi jêderê terorê dibînin, û ew arîşe ye, û nabê bibe beşek ji çareseriyê”, di heman demê de tekez kir ku ” rêjîma Esed bizavên şanderê Navdewletî Dî Mîstora beravîtî kirin, û ramanên wî negihan astê pilaneka giştgîr bo çareserkirina rewşa Sûriyê”.
Herwiha şandeya Sûrî tekez kir, ku rêjîma Esed kontrola xwe li ser sê çarîkên xaka Sûriyê jidest daye û çaryeka din yekser ketiye di destê dagîrkirina Iranê de, û şanda Hevbendiyê ji Firensa xwest ku bi rola xwe rabe, bi handana dewletên Cîhanê û Netewên Yekgirtî bo karekî durist û cedî bo rûbirûbûna dagîrkirina Iranê ya gefan li Sûriya û li dewletên herêmê û yên Cîhanê dixwe, û ne tenê bi bizavên ne di astê metirsiya ketwar û qebarê bobilata Sûrî rastî wan dibin”.
Di Civînê de serokê Hevbendiyê; êş û azarên Sûriyan diyar kirin, nemaze ji aliyê bikaranîna rêjîmê ji pasport û belgeyên fermî wek çekekî li dijî Welatiyan, û daxwaz ji firensa kir ku li nav Netewên Yekgirtî tevbigere bo dîtina çareseriyeka giştgîr bo hemû Sûriyan ji bo pirsgirêka pasteportan, û herwiha xistina fişaran li ser desthilatên Libnanê bo parastina penaberên Sûrî yên li Libnanê, û daxwaza rawestandina binpêkirinên hindek aliyên Libnanê li dijî penaberên Sûrî kir.
Ji aliyê xwe ve Ehmed Tû’hma Serokê Hikûmeta demkî daxwaza pêşkêşkirina piştgiriya firensa ya rasterast bo Hikûmeta demkî kir, di warê Saxlemî û fêrkirin û kargeriya xocihî kir bi şêweyê ku xizmetguzarî li navçeyên rizgarkirî bêne xurtkirin.
Herwiha Jerenal Selîm Idrîs wezîrê bergiriya Hikûmeta demkî rewşa leşkerî pêşkêş kir û daxwaza piştgiriya pirojeyê pêkanîna artêşa rizgarkirina Niştimanî kir bo guherîna ketwarê leşkerî li ser qadê”.
Jêder: Hevbendî