Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, tekez kir ko berdewambûna hebûna Îran li Sûriyê welat û herêmê dike rewşeke nearamiyê, û got ku giring e sînorek ji destdirêjiya wê re bête danîn.
Duhî bûyerine germ li gundewarê Dêra Zorê çêbûn, di encamê de du kes bi destê hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî hatin kuştin
Ev bûyer bi tawanên cengî ve hatine girêdan, yên ko ew milîtanên Îranî dijî sivîlan li herêmê pêk tînin, ko ew milîtan li herêmên sînorê Îraqê li rojhelat û başûrê welat bi cih dibin.
Serokê Hevbendiyê got ku Îran bi roleke xerab li deverê radibe, û bi şêweyekî ku ji cîhanê tevî ve diyar û naskirî ye, ew tevlihevî û arîşeyan peyda dike, û ya herî kambax amanckirina bargehên firma Aramko li xaka Siûdiyê bû.
Elebde got ku Îran netenê gef e li ser herêmê, lê êdî wê dest bi lêdana giringtirîn jêderên sotemeniya cîhanê kiriye, û dibe bibe sedema qeyranekê ku bandorê li tevaya dewletên cihanê bike.
Elebde ji dewaletên Erebî û civaka navdewletî daxwaz kir ko helwesteke yekgirtî bidin, beraber kirdeyên pirotestokirî yên Îranê, û çendî çavên xwe ji tawanên wê bigirin, dê herêm ber bi qeyranê de biçe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî