Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, pêşwaziya şanderê Yekîtiya Ewropa Dan Stoenescu kir, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û di hevdîtinê de Cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo û Şêwirdarê Siyasî di Yekîtiya Ewropa de Steven de Wilde û Serkarê Siyasî di Yekîtiya Ewropa de Joris Van Winckel amade bûn.
Û Elmislit tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî rola giring ya Yekîtiya Ewropa di doza Sûriyê de bilind dinirxîne, û bendewarê roleke mezintir e ji wê, nemaze di piştgiriya kartêkerkirina tevaya sepetên biryara navdewletî ya 2254an û di pêşî de Destetya Hikumdariya Veguhêz, her weha piştgiriya doseya lêpirsîna navdewletî, daku tawanbarên cengê û di serî de Beşar Esed siza bibin, û Elmislet got ku tiştê bêhtir me xembar dike ew e, ku doza gelê Sûrî yê ku dixwaze bighê azadiyê û ji zoedarî û diktatoriyê rizgar bibe, tenê bi mijarên hawarçûna mirovahî ve bête girêdan.
Û bal kişand ser giringiya ku guhdanê bidin pirosesa siyasî, ne ku tenê kar ji bo warê mirovahî bikin.
Û Elmislit daxwaz ji Yekîtiya Ewropa kir ku nehêlin çi penaberekî Sûrî bi kotekî bo Sûriya vegerînin, ji ber metirsiyên li ser jiyana wan, bi sedema berdewamiya hebûna rijêmê û şaxên wê yên ewlekariyê.
Û Elmislit tekez kir ku Rûsiya hewldana rewakirina rijêmê û dubarekirina vejandina wê dike, û piştgiriya rijêma Esed di rûxandina Sûriyê dedike, û bihêle ku hîn bêhtir Sûrî birevin derveyî welêt, ev yek pirsgirêka sûriyan mezintir dike, û wan bêhtir dike koçber û penaberên ku li penagehên ewle li seranserî cîhanê bigerin.
Û di warê pirosesa siyasî de, Elmislit bal kişand ser ku gera dawîn ya karên Komîteya Destûrî ya Sûrî heyva bûrî bê encam bidawî bû, ew jî bi sedema serhişkiya rijêmê û berdewamiya wê di berepêkan û retkirina çi pêngavên cidî di rêya çareya siyasî de.
û Elmislit bal kişand ser pêwîstiya desttêwerdana Yekîtiya Ewropa daku çareyên lezgîn ji kêşeya penaberên Sûrî yên li ser sînorê Bîlarosiya û Polanda re bibîne, û kesên li wir di bin metirsiya sermê de asê mane rizgar bike, û got ku divê pêngavin sizayê dijî rijêmê û Rûsiya werin avêtin, ji ber ku herdû alî bizavê dikin ku kêşeyan biafrînin bi armanca fişarê li ser Ewropa û Civaka Navdewletî bisepînin û rewşa penaberan weke kaxezekê bikar bînin.
Ji aliyê xwe ve Stoenesc tekezî li ser berdewamiya Yekîtiya Ewropî di pabendiyên xwe de bi piştgiriya doza gelê Sûrî kir, û got ku Yekîtiya Ewropa dixwaze ku Sûriyê azad û demoqrat û di jiyana geşepêdanê de bibîne.
Û tekez kir ku Yekîtiya Ewropa hîn piştgiriya pirosesa siyasî ya zelal dike, û got ku vegerandina penaberan bo Sûriyê hêleke sor e, û çênabe ku pêk were, ji ber rewşa ewlehiyê li Sûriyê hîn nehatiye guhartin.
Û cext kir ku Yekîtiya Ewropa dijî normalkirina têkliyên bi rêjîma Esed re ye, û siyaseta wê derbarê rijêmê bi carekê nehatiye guhertin, û diyar kir ku guhertina siyaseta Yekîtiya Ewropa derbarê rijêmê hewcedarî pejrandina tevaya dewletên endam e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî