Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, civînek li gel Alîkarê Wezîrê Derve yê Qeterê yê Karûbarê Herêmî D. Mihemed Kurê Ebdilezîz kurê Salih Elxilêfî li rex Yaneya Eldewha pêk anî.
Û herdû aliyan di civînê de behsa pirosesa siyasî û rewşa penaberan û giringtirîn pêşhatên doseya Sûriyê kirin.
Û Elmislit tekezî li ser rola giring ya dewletên erebî di pêşdebirina pirosesa siyasî de li Sûriyê da bighêje çareya siyasî yaku hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin kir.
Û cextî li ser pêwîstiya retkirina vegera rijêma Esed bo Komkara Erebî û nehêlana hewldanên normalkirina têkliyan pêre û piştgiriya sizakirin û lêpirsînê daku tawanbar ji cezayan rizgar nebin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî