Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, civînek li gel Togeyên nûnertiya xwe di Hevbendiya Niştimanî de hene civîya, û pêre ketwarê Artêşa Niştimanî Sûrî û pirosesên pêşxistina wê daku guncawî pîvanên cîhanî be gengeşe kir.
Û ew jî di nav pilana Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina pêwendî û hevkarî û hevrêziya li gel tevaya pêkhat û deste û kesayetên niştimanî yên di hundir Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî de tê.
Û di civînê de Cîgira Serok Ruba Heboş û Emîndarê Giştî Abd Albaset Abdullatif, û Endamê Desteya Siyasî Behcet Eletasî û Endamên Desteya Giştî Beşar Elzuibî, Hesen Hac Elî, Mihemed Elfedlî, Fatêh Heson, Ehmed Usman û Eymen Bacîko beşdar bûn.
Û amadebûyan behsa dawîtirîn pêşhatên siyasî û meydanî nemaze rewşa deverên rizgarkirî û binpêkirin û tewanên ku rijêma Elesed û piştgirên wê pêk tîne kirin, û bal kişandin ser hewildanên rijêmê di têkbirina rêkeftina agirbestê û pêşveçûnên li ser hsabê şoreşgeran.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesna karê Artêşa Niştiman ya Sûrî da, nemaze derbarê biryara bêhtirîn leqan di veguhistina baregehên xwe bo dervayî bajaran daku derfetê li pîşiya jiyana sivîlan vekin.
Û amadebûyan li ser şopandina cîbicîkirina pilana karê Hevbendiya Niştimanî di qonaxa dahatî de yaku armanc jê çakkirina ketwarê Sûriyan li Sûriyê û derve axivîn, û guhdana pirsgirêkên wan û dîtina çeraseriyê jêre, her weha karê li ser bihêzkirina Hikûmeta Sûrî ya Demkî ji bo çakkirina xizmetguzariyan li deverên rizgarkirî.
Û tekez kir ku şoreşa Sûriyê dê rastî astengiyên mezin di qonaxa dahatî de were, û cextî li ser hewcedariyên mezin ji xurtkirin û hevkarî û hevrêziyê re û yekmiliya tevaya pêkhatên Hevbendiya Niştimanî ji bo rûbirûbûna wê.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî