Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-ebde, bi helkefta heyva remezana mibarek, pîrozbahiya xwe ji gelê sûriyê re pêşkêş kir, û pesnê xweragiriya wî da, ji ber ku wî gelî ji tevaya cîhanê re diyar kiriye ku mirov ne tenê bi nên dijî, û ti nirxê jiyanê bêyî azadî û rûmetê tun ye.
Û di peyveke vîdyoyî de, ya malpera Hevbendiyê duh êvarî weşandiye, El-ebde got ku, cîhan tev zane ku çawa gelê Sûriyê gelekî bi azad û rûmet e, û gelek qurbanî dan da ku bi rûmet bijî, û tekez kir ku Sûriyan di vê heyva pîroz de gelek serkeftin bi dest xistine, û got ku em bi hêvîne ku Yezdanê Dilovan mezintrîn serkeftin ji Sûriyan re werîne, û ji rêjîma diktator û siponserên wê rizgar bibe, û “serkeftin tenê ji ba xwdê ye”.
Û bal kişand ku remezan hat û tevaya cîhanê di bin metirsiya bêtara Korona de dijî, lê heyva remzanê meha îbadetê ye, ji ber vê yekê em ferzên Remdanê ji dest xwe bernadin, lê li gor pîvanên tenduristiyê, divê em nimêjên xwe bi xwediyên xwe re di malan de bikin, û em xwe bispêrin amûrên nûjen da peywendiyan bi xwedî û dost û mirovên xwe re bikin.
Serok di nameya xwe de Sûriyên li hundir û yên derve han dan li ser dana di riya xwedê de, û kesên nêzîkî mirov ji herkesî ferztir in, nemaze kesên di kampan de û kesên me yên li bakurî Sûriyê û yên di bin dagîkereya rêjîmê de dijîn, û malbatên pakrewanan, û got ku malbatên girtiyan emanet in di stûyê me de, û mafên wan pir li me heye, û a herî hindik ku em hewcedariyên wan dabîn bikin û rûmeta wan biparêzin.
Û diyar kir ku rêjîma tewankar ti carî hurmeta heyvên pîroz negirtiye, ji ber ku di yekê remzanê de ji sala 2011 êrîşî bajarê Hemayê kir, û di roja 27ê remezana heman salê de xwîn li mizgeftên Şamê rijand, û komkujiyên Baba Emro û bab Eldirêb li Humsê û li Elhirak û li Deraa û li Dêra Zorê çêkirin, û ew tev jî di heya remzanê de bûn, û got ku rêjîmê bi mebest di dema fitarê de komilkujî çêdikirin û bombebaran pêk tanîn, û xelkên Zebdanî û gundewarên Şamê vê yekê baş bi bîr tînin.
Û Serokê Hevbendiyê di dawiya gotara xwe de got ku wê roja Azadîyê were, û sitemkarî hilweşe, û wê dagîrkerî bi dawî bibe, û wê penaber vegerin bajar û gund û malên xwe, û serkeftin bêhinfireya demjimêrekê ye, û bêhna gelan ji ya sitemkaran firehtir e, û got ku em di şoreşa xwe de berdewam in û serkeftin take-bijardeya me ye .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî