Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa digel şandyarê dewletên -Siwêd, Finlenda, Danimark û Nerwêc û Elmanya- bo sûriyê civiya, û digel wan dawîtirîn rewşa Sûrî ya meydanî û siyasî gotûbêj kirin.
Mistefa tekezî li ser destpêkirina karê komîta destûrî li jêr sîwana Netewên Yekgirtî û tiştên din yên li gor danûstandinên Cinêvê kir, û bal kişand ser ko berpirsiyariya civaka navdewletî ye nehêle rêjîm û hevalbendên wê pirosêsa siyasî asteng bikin û wê bigehîne rêyeke girtî.
Hêvî kir ko piştgiriya navdewletî bo Sûriyê bêtir bibe, bi amanca ko rê li ber veguhastina siyasî ya tekûz vebe, û biryarên navdewletî yên têkildar pê cîbicî bibin, û daxwaz ji şandyarê herpênc dewletan kir ko fişarê bêtir bidin ser rêjîma Esed ji bo cîbicîkirina peymanên siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena ewlehiyê 2254.
Bal kişand ser ko rêjîm pabendiyê bi gihaştina çareseriya siyasî nake, û binpêkirinên rojane ji peymana Idlibê re bi piştgiriya hevalbendên wê dibe, û tekez kir ko ev wê bobelateke mirovî encam bide, û dibe ko dîsa xelk ber bi Tirkiyê û dewletên din ve derbider bibin.
Û dibîne ko Hevbendî sûr e li ser cîbicîkirina peymana Idlibê, û bal kişand ser ko ew herdem danûstandinê bi aliyê dabînker anko Tirkiyê re dike, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko peymana Idlibê bi pêşve bibin, ji bo bigehêjin agirbesta giştî li welat, û ew dê erênî be ji pirosêsa siyasî re.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bandora kêşeya girtiyan û yên bi kotekî hatine veşartin li ser xelkên Sûriyê şirove kir, û tekez kir ko hîç nayê pejirandin ko ew kêşeya giriyan bike kaxezeke keys û bazarê, û dibîne ko ew kêşeyeke mirovî ye, û ne cihê danûstandinê ye, her weha nabe li himber tawankariyên rêjîma Esed bêdeng bimînin.
Derbarê biryarên ko Danimark bo penaberan standine, Mistefa got: Çareseriya pirsgirêkê ya baş ew e ko karîna civaka navdewletî hebe tako rewşê ji penaberên vegerin re baş bike, û rewşa penaberên Sûrî gotûbêj bike û li daxwazên wan guhdarî bike, hem garantiyên yasayî ji Netewên Yekgirtî û rêkxistanan hebin, û tekez kir ko giring e vegera penaberan ne kotekî be û bi razîbûna wan be.
Daxwaz ji balyozan kir ko helwesta welatên wan li dijî Esed tundtir be, û ne tenê li tawankarî û dijminkariya rêjîma Esed li ser miletê Sûrî temaşe bikin, û piştgiriya lêkolîna derbarê bikaranîna hemû çekan ji wan jî çekên kîmawî û koçkirina kotekî bikin, û dibîne ko perpirsiyarî li ser milê hemûyan e, bo binpêkirinên berdewam rawestînin .
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî