Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit li gel hejmarek ji rûsipiyên devera Rojhilatê Sûriyê li Îyaleta Orfa ya Tirkiyê civiya, û bi wan re behsa rewşa deverê û astengiyên rastî wan tên kir.
Û di vê serdanê de endamên Hevbendiyê Ehmed Remedan, Yasir Elferhan, Ebdilbasit Ebdilletîf, Ebdellah Elferec, Mihemed Elî Îsa, Fîras Elmisrî û Îbrahîm Serdar Elmilî hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya karê tevayî û xebata bo alîkariya tevaya nişteciyan û nemaze nişteciyên deverên rojhilatê Sûriyê yên ku zordariya rijêma Esed û Daiş û PKK dîtine kir.
Û bal kişand ser giringiya serrastkirina çewtiyan û karkirina ji bo artêşek yekbûyî ya di bin yek alê de, û tekezî karê ji bo armancên şoreşa Sûrî û daxwazên gelê Sûrî di pêkanîna azadî û rûmet û demoqrasî de kir.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya pêwendiyan û xurtkirina hevkarî û hevrêziyê bo rûbirûbûba astengiyên dahatî li pêşiya şoreşa Sûriyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî