• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Monday, 20 March , 2023
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiya Niştimanî bi Şanderê Emrîkî re Dicive û Pêre Behsa Rewşa Sûriyê û Aloziya Okranya Dike

March 10, 2022
in Nûçeyên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Serokê Hevbendiya Niştimanî bi Şanderê Emrîkî re Dicive û Pêre Behsa Rewşa Sûriyê û Aloziya Okranya Dike

Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, li gel Şandê Wezareta Derva ya Emrîka bi Serokatiya Şanderê Emrîkî bo Sûriyê Îsyan Goldirîş di Qunsulxaneya Emrîka li bajarê Stanbolê civiya, û pêre behsa pêşketinên rewşa meydanî û siyasî û êrîşa Rûsiya li ser Okranya û bandorên wê li ser doseya Sûriyê kir.

Û Şandê Hevbendiyê ji Cîgira Serokê Hevbendiyê Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Heysem Rehmê û Endamê Desteya Siyasî Ebdellah Gedo pêk dihat.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser pêwîstiya ku hevalbendên gelê Sûriyê û di pêşî de Emrîka bi çavekî nû li stratîciya xwe li Sûriyê binerin, û tekez kir ku sistbûna rûbirûbûna tawanên Botîn li Sûriyê hişt ku zêdegaviyan bike û êrîşa xwe bibe ser dewletek endam di Netewên Yekbûyî de.

Û Elmislit tekez kir ku êdî derfet ji bêdengiyê re li ser tawanên ku Rûsiya li cîhanê dike nemaye, û ji Emrîka û hevalbendên wê îro ji çi demê bêhtir tê xwestin ku pilaneke hevbeş deyînin, daku binpêkirinên Rûsiya ji yasa û pirensîpên navdewletî re rawestînin.

Û Elmislit bal kişand ser pêwîstiya piştgiriya daxwaza Hevbendiya Niştimanî li Netewên Yekbûyî derbarê hilanîna rewaya navdewletî ji ser rijêma Esed û qewitandina nûnerê wê ji saziya navdewletî, û kursiya Sûriyê bidin Hevbendiya Niştimanî ji ber ku nûnerê gelê Sûriyê yê rewa ye, di dema ku rijêma Esed niha tenê tiştê ku Botîn jê dixwaze cîbicî dike, û kursiya Sûriyê bo xwastekên tawanbarî yên rijêmê û Rûsiya tenê bikar tîne.

Û Elmislit spasiya Emrîka kir li ser mêvandariya wê ji hevdîtina nûnerên dewletên dost û birayên gelê Sûriyê re roja îna bûrî li Waşintin, û tekez kir ku ew nameyeke erênî bû ji Sûriyan re, tevî mijûlbûna cîhanê bi êrîşa Rûsiya li ser Okranya.

Û Elmislit cext kir ku Hevbendiya Niştimanî pabendiyê bi çareya siyasî li gorî daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî yên têkildar û di pêşî de herdû biryarên 2118 û 2254 dike, û got ku pirojeya Şanderê Navdewletî Geir Otto Pedersen Gav bi Gavê ne zelal e, û weke derketinê ye ji rêya cîbicîkirina biryara 2254.

Û Elmislit daxwaza piştgiriya karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên rizgarkirî û bihêzkirina wê kir, û bal kişand ser rewşa mirovahî ya dijwar li deverên di bin kontirola rijêmê de, ji ber belavbûna gendeliyê û destdanîna ser tevaya avahiyan ji hêla çete û milîsan ve.

Û li ser rewşa mirovahî ya dijwar li herdû deverên Girê Sipî li gundewarê Reqayê û Serê Kaniyê li gundewarê Hesekê axivî, û daxwaza vekirina rê li pêşiya saziyên mirovahî kir, daku bighêjin wan deveran û alîkariyê bo hewcedaran pêşkêş bikin.

Û Elmislit tekezî li ser karê cidî ji bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên bi kotekî kir, nemaze girtiyên jin, bi taybetî ku ew hevdîtin hevdem bû bi bîranîna Roja Jinê ya Cîhanî re.

Ji aliyê xwe ve Şanderê Emrîkî  tekezî li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe ji daxwazên gelê Sûriyê re li gorî biryara 2254 kir, û ku welatê wî bi awayekî tam pabendiyê bi sizayên ku li ser rijêma Esed û hevalbendên wê hatine sepandin dike, û jê venagere.

Û li ser encamên Hevdîtina ku li Waşiton çêbûye axivî, û Goldirîş bal kişand ser ku Waşinton miqateye ku gera dahatî ya Komîteya Destûrî li Cinêvê bi heman encamên bêhêvî yên ku gera derbasbûyî gihîştiyê bidawî nebe.

Û bal kişand ser ku cîhan bi kêşeya Okranya yaku hîn di destpêkê de ye mijûl e, û tekez kir ku dê bandorên wê kêşeyê li ser rewşa Sûriyê hebin.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

March 17, 2023
Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin
Nûçeyên Hevbendiyê

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

March 17, 2023
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.6k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 9 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Rijêma Esed Hevparekî Sereke yê Rusyayê ye û Alîkariya Wê di Dagîrkirina Sûriya û Okraynayê de Dike

Elmislit di Ahenga 12emîn Salvegera Şoreşê de: Sûrî Pabendiyê bi Pransîpên Neguhêr ên Şoreşa Sûrî Heta Pêkanîna Armancan Dikin

Hevbendiya Niştimanî Beşdariyê di Ahenga 12emîn Salvegera Destpêkirina Şoreşa Sûrî ya Gewre de li Deverên Rizgarkirî Dike

Hevbendiya Niştiman: Tawan li Bal Vê Rijêma Hov Rêbazeke Neguhêr e û Pê Danûstandinê bi Gelê Sûriyê re Dike û Hewl Dide Şoreşa Wî Vemrîne û Dengê Azadiyê Bibire

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.