Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdul Rehman Mustefa, bang li Yekîtiya Ewropayê kir, ji bo qebûlnekirina projeya Rûsyayê ya vegerandina penaberan, ji berî bidestxistina veguhstina siyasî, û bal kişand li ser pêwîstiya peydakirina atmosfer û rewşeke ewle di destpêkê de ji bo vegerê.
Di hevpeyvînekê de ligel berpirsa siyasî ya Yekîtiya Ewropayê Lara Scarpetta, Mistefa got ku “nabe serederî bi awayekî cuda bi çareseriya siyasî û vegera koçberan û avadankirinê re bibe”, û bal kişand li ser pêwîstiya “garantiyên yasayî ji bo penaberan bi beşdarbûna Netewên Yekbûyî û saziyên têkildar di vê pêvajoyê de”.
Û destnîşan kir ku fayilê vegera penaberan ne tenê logîstîk û darayî ye, û cext li ser girîngiya pirsgirêkên mafên mirovan yên ku ji aliyê rejîmê bi berfirehî têne binpêkirin kir, û tdvlî giringiya mijara nû-avadankirinê bi taybetî.
Her weha got: “Divê Yekîtiya Ewropa piştgiriya projeya Rûsan ji bo vegerandina penaberan neke, ji berî peydakirina mercên atomsefereke guncayî”, û amaje kir ku “divê ev pêvajo bibe, piştî garantiya vegereke ewle, û pêwîst e veger bi dilxwazî be.”
Serokê Hevbendiya Niştimanî xuya kir ku heye pêlên koçberiyê yên nû peyda bibin ji ber tawanên rejîmê li dijî sivîlan, û got: “Destêwerdana rijêmê li Idlib, wê di paşerojê de bibe fakterê peydabûna pêleke nû ya koçberiyê, û bi vî awayî dibe ev bi rengek berovajî bendora xwe li projeyê vegera penaberên Sûrî bike.”
Û got ku ew bi hêvî ye piştgiriya navnetewî ji sûriyê re bibe ji bo rêvekirina veguhestina siyasî û bicihkirina biryarên navnetewî yên taybet bi avakirina desteyeke hukmraniya veguhêz, ji bo zêdekirina fişarê li ser rejîma Esad ji bo cîbicîkirina çareya siyasî li gor daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 ya Konseya Ewlekariyê.
Wî her wiha tekez kir ku divê tevgereke navnetewî careke din li dijî rejîma Esed bi awayekî rijdtir bibe, bi taybetî di warê tawanên di derheqa girtiyan de, û giringiya piştgiriya pêkanîna lêpirsînê di hemû tawanên şer de, di nav wan de tawanên bikaranîna çekên kîmyayî û koçberkirina bi darê zorê ya li ser destê Esed dibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê