Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, birêz Abdul Rehman Mistafa, tekez kir ku dê encamên metirsîdar hebin û dê cîhan nirxekî mezin bide heger civaka navnetewî bilez rejîma Esed neçar neke li ser vegera maseya guftûgoyan û peydakirina çareseriyeke siyasî.
Ev tê di demekê de ku rejîma Esad hêjî li dijî welatiyên sivîl li Sûriyê tawankariyan pêk tîne, ji girtin û îşkence û revandin û darvekirinê, tevlî binpêkirina hemû peymanan, ku bûne sedema bi sedên qurbaniyan.
Mistefa di daxuyaniyeke taybet de got ku “dê dunya bacekî duqat bide li hember paşxistina çareseriya siyasî”, û bang li dewletên aktor û bibandor kir ku fişaran li ser rêjîmê zêde bikin ji bo tevlîbûna di nava pêvajoya danûstandinan de da daxwazên xelkên Sûriyê bên misogerkirin “.
Wî bal kişand ser ku gihîştina çareseriyeke siyasî li gor daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 “wê seranserî cîhanê ji metirsiya mana vê rejîmê ji bo demeke dirêj xilas bike”.
Hevdem ku Mistafa ji Netewên Yekbûyî daxwaz kiribû ku hemû mekanîzman bikarbînin ji bo lêkolînkirina binpêkirinên di girtîgehên rejîma Esad de, herweha daxwaza karekî rasteqîn ji bo rizgarkirina jiyana bi sed hezaran kesên binçavkirî kiribû.
Herwiha daxwaza serederiyeke rast bi rewşa trajîk re, û standina biryareke wêrek ji bo veguhestina fayilê tawanên şer li Sûriyê bo dadgeha Ceza ya Navnetewî kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê