Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, tekez kir ku kiryarên tawankarî ji aliyê rijêma Esed ve dermafê sivîlan nayên rawestandin, û ji civaka navdewletî xwest ku tawanên rijêmê yên dermafê sivîlan rawestîne û bi awayekî cidî li gel dosya Sûrî bide û bistîne.
Û di tiwîteke xwe de li ser malpera tiwîtirê Elmislit got ku kiryarên tawankarî ji aliyê rijêma Esed ve dermafê bêgunehan nayên rawestandin, û diyar kir ku roja pêncşemê di bombebarana ku bajarê Etarib li rojavayî Helebê armanc kiriye de, 6 sivîl birîndar kirine, û got ku bombebarana li ser gundewarê Idlibê hîn bi awayekî rojane jiyana sivîlan li wê derê dixe bin gefê de.
Û Elmislit tekez kir ji civaka navdewletî tê xwestin ku fişarê li rijêma Esed bike, daku binpêkirinan rawestîne, û neçar bibe ku tevlî pirosesa siyasî li gorî biryarên navdewletî bibe, û civaka navdewletî bi awayekî cidî û vebir bi dosya Sûrî re bide û bistîne, dûrî berepêkên niha dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî