Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, kongirekî rojnemevanî sibeha îro sêşemê li Paytexta Qeterê Eldewha lidar xist, û têde li ser encamên serdana fermî bo Qeterê û hevdîtina bi Cîgirê Serokwezîr yê ku di heman demê de Wezîrê Derve yê Qeterê ye Şêx Mihemed kurê Ebdilrihman Al Sanî re û civîna xwe li gel hejmarek ji kesayetên Sûrî axivî.
Û Elmislit li ser têkliyên baş li gel Qeterê û rola wê ya berçav û giring di piştgiriya gelê Sûrî de di pêkanîna daxwazên azadî û rûmet û demoqrasiyê de axivî, û tekezî li ser kûrbûna têkliyan di navbera herdû dewletên bira de û pêwîstiya karê bi hev re li ser kartêkerkirina pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên bi karûbarê Sûrî ve girêdayî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254, kir.
Û Elmislit li ser hevdîtinên li gel navendên lêkolînan û kesayetên niştimanperwer ên sûrî wek Doktor Riyad Hîcab û Muaz Elxetîb axivî, û tekezî li ser yekrêziya nerîn û xebatan ji bo rûbirûbûna tevaya astengiyên ku rastî gelê Sûrî û şoreşa wî tên kir, daku rê li pêşiya pêkanîna daxwazên gelê Sûrî û bidestxistina mafên wî yên rewa xweş bike.
Û Elmislit tekezî li ser pêgiriya bi daxwazên şoreşa Sûriyê di rûxandina rijêma Esed û sizakirina tawanbarên wê û karê li ser pêkanîna veguhestina siyasî ya tam li gor biryarên navdewletî kir.
Û cext kir ku normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed weke xelatekê ye bo wê li ser tawanên ku dermafê gelê Sûrî pêk anîne, û bal kişand ser ku rijêm berpisyarê yekemîn û dawîn e di ber tiştê ku li welêt çêdibe, û bizava hin dewletan ku têkliyan pêre normal bikin şaştiyeke mezin e, û dê bandorên wê yên gewre li ser aramî û ewlehiya deverê hebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî