Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, li gel Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Derve Şêx Mihemed bin Ebdulruhman al Sanî, îro li Paytexta Qeterê Eldewha civiya.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa û Herdu Cîgirên Serok Ebdulhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo Hevlatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û di civînê de têkliyên hevkarî yên dualî hatin berçavkirin herweha rewşa sûriyê bi rengekî giştî gengeşe kirin.
Û careka dî Cîgirê Serokê Wezîran û Wezîrê Derve di civînê de piştgiriya Qeterê ya neguhêr bo xebatên navdewletî yên divê ku bighînin çareya siyasî li Sûriyê li ser bingeha Daxwiyaniya Cinêvê tekez kir, her weha biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêve girêdayî, nemaze biryara hejmar 2254 yaku dê hêviyên rewa yên gelê sûrî di awlehî û aramiyê de pêk bîne, û yekîtiya xaka sûriyê biparêze.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî