Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, civînek ji dûreve li gel Konsolosê Giştî yê Almaniya li bajarê Stanbolê Yohanz Rîxibrêxt lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li sûriyê kirin.
Û di civînê de Cîgira Serok, Ruba Hebûş û Hevrêzkarê Ofîsa Pêwendiyên Derve, Ebilehed Istêfo û Endamê Destyeya Siyasî Ebdellah Gedo, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser encamên gera çaremîn a Komîteya Destûrî ya Sûrî û hewidanên rijêmê yên berdewam di astengkirina karê vê Komîteyê de axivî, û bal kişand ser ku rijêm di paşxistinê de berdewam e, daku hilbijartinên serokatiyê yên ne rewa û ku rijêm xwe jêre amade dike derbas bike.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya ku liveke navdewletî mezin hebe daku karê her çar sepetên di nav pirosesa siyasî de hatine çalak bike, yaku biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 li ser hatine avakirin.
Û amadebûyan rewşa mirovahî li deverên rizgarkirî gengeşe kirin, û Elherîrî daxwaza zêdekirina pêşkêşkirina piştgiriya mirovahî û hawarçûnê bo sivîlan û piştevaniya karta pizîşkî bo rûbirûbûna vîrosa korona kir, her weha piştgiriya Hikûmeta Sûrî ya Demkî bibe daku bi erkê rêvebirina wan deveran rabe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî