Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, civînek ji dûrve li gel Nûnerê Domînîkan li bal Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê, Jose Wessinger, li rex civatên Giştî yên Netewên Yekbûyî ya gera 75an, lidar xist, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kir.
Û di hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Pêwendiyên Derve di Hevbendiya Niştimanî de Ebdulehd Istêfo û Nûnera Hevbendiya Niştimanî li bal Netewên Yekbûyî Meryem Çelebî amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser encamên gerên Komîteya Destûrî ya Sûrî axivî, û diyar kir ku piştî sê geran me nikarîbû bigihên reşnivîsa destûrê, ji ber ku rijêm û siponserên wê ret kirin ku têkevin gengeşeyên kûr derbarê gewhera pirosesa desûrî.
Û Elherîrî tekez kir ku rejêm ji ser ya xwe danakeve ji ber hest dike ku ew yek gefê bide mayîna wê li ser desthilatê, û got ku Şandê Desteya Danûstandinê yê Sûrî di Komîteya Destûrî de kaxesên bi temamî derbarê destûrê amade kirine, û têde girîngiyê didin jihevcudakirina hersî desthilatan, ya yasayî û ya cîbicîkar û ya dadwerî.
Û tekezî li ser giringiya fişarên navdewletî li ser rijêmê û siponserê wê kir, ji bo gihîştina çareya siyasî yaku hêviyên gelê Sûriyê di pêkanîna azadî û rûmetê de li gor biryarên navdewletî û di pêşî de biryara 2254, û bal kişand ser giringiya doseya lêpirsînê û nehêlana ku tewanbar ji cezayan rizgar bibin, û cextî li ser pêwîstiya veguhistina yên tewan pêkanîne bo Dadgeha Cezayên Navdewletî kir.
Û Elherîrî bal kişand ku encamên xebatên Komîteya Destûrî hêviyên gelê Sûrî sar kirin, di dema rewşa mirovahî ya xerab û jiyana dijwar yaku tevaya Sûriyan li hemî deveran têde dijîn, nemaze piştî derketina kêşeya vîrosa korona.
Û Elherîrî got ku rijêm dixwaze rêkeftina agirbestê têkbide, di riya afrandina bihaniyan re, û got ku hîn rijêm hêviyên xwe bi çareya leşkerî ya xwîndar ya ko nema pêkan e girêdide.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî girîngî da pêwîstiya cîbicîkirina awayên avakirina baweriyê yên ku biryarên navdewletî li ser erê kirine, di riya serbestberdana girtiyan û hiştina gihandina alîkariyên mirovahî bê astengî ji hewcedaran re, û cext kir ku rijêmê doseya girtiyan kiriye doseya danûstandinê, tevî ku ew doseyeke mirovî ye û di ser danûstandinê re ye.
Û Elherîrî daxwaza berçavkirina vê doseyê di tevaya rûniştinên navdewletî de kir, û daxwaza fişarê li ser rijêmê kir da tevaya girtiyan serbest berde.
Û herdû aliyan doseya penaberan gengeşe kir, û Elherîrî tekez kir ku vegera penaberan bi serkeftinên siyasî û dabînkirina jîngeheke aram û bêalî girêdayî ye, daku penaber bi dilê xwe vegerin cih û warên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî