Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel Nûnerê Emrîkî yê Taybet bo Sûriyê Joel Rayburn lidar xist û pêre behsa dawîtirîn rewşên meydanî û siyasî kir.
Û di hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo û Hevrêzkarê Tîma Şopandina Cîbicîkirina Yasaya Qeyser, Ebdimejîd Berekat û Endamê Desteya Siyasî, Ebdellah Gedo, amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser gera çaremîn a Komîteya Destûrî ya Sûrî li Cinêvê û berdewamiya rijêma esed di windakirina demê de û derketina derveyî xiştekara ku li ser li hev kirine axivî, û tekez kir ku rijêma Esed di paşxistin û berepêkan de berdewam e, û tevlî pirosesa siyasî ya rasteqîn û berdewam bo cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 nabe.
Û Elherîrî ji Emrîka û Netewên Yekbûyî daxwaza fişarin mezin li ser piştgirên rijêmê kir, daku wî neçar bikin ji bo tevlî xebatên Komîteya Destûrî bi rengekî rasteqî bibe, û cextî li ser pêwîstiya vekirina sepetên dîtir yên di biryara 2254 de hatine kir, daku xebatn wan jî di heman dema komîta destûrî de bi rêve biçin.
Û ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve, Ebdilehed Istêfo, şiroveyek li ser kampa Elrikban û derdeseriyên sivîlan têde pêşkêş kir, ew jî di dema kêmbûna mezin a pêdviyên jiyanî de, nemaze di dema belavbûna bêtara korona de, û daxwaza zêdebûna piştgiriya ji aliyê navdewletî ve tête pêşkêş kirin nemaze di warê alîkariyên bizîşkî û xwirdemenî de kir.
Û Hevrêzkarê Tîma Karê Şopandina Yasaya Qeyser, Ebdilmejîd Berekat, li ser dawîtirîn doseyên ku li ser tê xebitandin di Yasaya Qeyser de axivî, û şiroveyek li ser berdewamiya binpêkirinên ku rijêm dermafê yasayê pê radibe û kargehên Rûsî yên ku piştgiriyê didin rijêmê daku ji cezayan bireve pêşkêş kir.
Û Endamê Desteya Siyasî û Hevrêzkarê Komîteya Partiyan, Ebdellah Gedo, tekez kir ku binpêkirin hîn li rojhilatê ferêt berdewam in, nemaze operasyonên revandina zarokan bo leşkerkirinê, û gefxwarina li malbatên pêşmergeyên bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, û daxwaza vekirina girêdana bi PKKre û derketina tevaya çekdarên biyanî nemaze yên girêdayî rêxistina PKK kir.
Û aliyê Emrîkî tekezî li ser pabendiya piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û gelê Sûrî di pêkanîna hêviyên xwe di azadî û rûmet û veguhestina demoqratîk di riya cîbicîkirina tam ya biryara navdewletî 2254 re kir, her weha berdewamiya fişaran li ser rijêmê û piştgirên wê di çarçoveya Yasaya Qeyser de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî