Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, bi Rayedarê Feyleqa Yekemîn di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de Elemîd Mu’tez Reslan re civiya, û karên Feyleqê û amadekariyên wê yên leşkerî temaşe kir.
Û di vê serdanê de endamên Hevbendiyê Ehmed Remedan, Yasir Elferhan, Firas Elmisrî, Ehmed Elşihadî, Atif Zirêq Û Behcet Etasî hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Elmislit pesnê bizavên berçav ên ku Rêvebiriya Perwerdeya Derûnî di warê amadekirin û rahênankirina endamên Artêşa Niştimanî li ser mafên mirovan pê radibe, her weha pesnê karê berdewam û mezin yê li ser bilindkirina asta endamên Feyleqê, da.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya gengeşekirina nakokiyan û şêwirdariyê bo danîna pêşniyaran û dîtina çareyan kir, her weha xurtkirina şêwirdarî û hevrêziyê di navbera karê leşkerî û siyasî de.
Û Elmislit daxwaza hîn bêhtir bizavên pêwendî û hevrêziyê kir, û cext kir ku yekrêziya bizavan di bin rayedariyeke yekta û nerîneke hevbeş de dê guhertinê di warê rûbirûbûna astengiyên dahatî de çêbike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî