Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û Şandê pêre, roja pênşemê, hevdîtinek li gel Rayedariya Eniya Niştimanî ya Rizgariyê û çalakvaniyên siyasî û yên sivîl û sendîkayan li devera gundewarê bakurê Helebê li dar xist.
Û di hevdîtinê de Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û endamên Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf, Yehya Mektebî û Mumzir Siras û endamên Desteya Giştî Fîras Elmisrî, Feysel Sultan, Necîb Rehmon, Atif Zirêq, Esed Elîto û Mihemed Yasîn beşdarî kirin.
Û Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, li ser pêngavên ku Hevbendiya Niştimanî li vê dawiyê pê rabûye derbarê çasazîkirinê axivî, û bal kişand ser ku ev pêngav berdewam in, her weha behsa giringiya şêwirdariyê li gel hemû aliyan nemaze xelkê me yên li deverên rizgarkirî dijîn kir.
Û Elmislit tekezî li ser pêwîstiya rasteqînbûna çaksazkirinê û gihiştina kûrahiya hemû saziyên şoreşê û nûkirina wxîna wan kir, û got: “Ji me re pêwîst e ku nûnertî birastî û bibandor be, û em bi nûnertiya Artêşa Niştimanî di Hevbendiya Niştimanî de, her weha nûnertiya sendîka û yekîtiyan, şanaz in”.
Û Elmislit di axaftina xwe de bal kişand ser ku armanc ji van serdanên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe ew e, gihiştina beşdariyeke rasteqîn ji hêla xelkê me yên li deverên rizgarkirî, û di dema dahatî de dê nûnertiya Revenda Sûrî li curbecur dewletên cîhanê bibe, ji ber girîngiya rola wan di doseya siyasî de.
Û endamê Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf, tekez kir ku çaksazîkirin piroseseke berdewam e, û got ku Hevbendî li pêşiya du mijarên girîng e, ya yekemîn pêngavên ku dê di pey pirosesa çaksazîkirinê re werin, û ya duyemîn doza berdêlên pêkhatan û endamên ku endamtiya wan bidawî hatiye ye.
Û bal kişand ser ku sîstema bingehîn ya Hevbendiyê di dema damezrandinê de sala 2012 hate danîn, û piştî deh salan hat serastkirinê, û komîteya serastkirinê bêhtir ji sê heyvan lê xebitî, û berê hejmara pêkhatên Hevbendiyê 25 bûn, lê îro tenê 12 ne, ew jî ji ber neçalakbûna wan pêkhatan, an nema ew li ser zemînê hene, lewra çêtir bû ku bi pêkhatin çalak li ser xakê werin guhartin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Ofîsa Eniya Niştimanî ya Rizgariyê Merwan Elnehas, got ku Eniya Niştimanî pêngavên ku Hevbendiya Niştimanî pê rabûye pîroz dike, û bal kişand ser ku ev pêngaveke pirensîpî ye û pêdviya wê bi pêngavên dî di pêşerojê de heye, û saziya Hevbendiyê sîwana şoreşê û nûnerê tevaya pêkhatên gelê Sûriyê ye.
Û di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Sendîkaya Parêzerên Azad li Sûriyê Casim Elelî, li ser rola sendîkayan di civakê de axivî, û bal kişand ser ku hejmarek ji sendîkayên navendî û şaxên wan li deverên rizgarkirî heye.
Û Elelî got ku pêwîst e ku nûnertiya Revendên Sûrî li derve yên ku ji neçarî ji Sûriyê derketine, her weha nûnertiya rasteqîn ya tevaya hêzên şoreşa Sûriyê tevî kombend û partiyên siyasî, hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî