Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, hevdîtinek li gel şandek ji “Tevgera Kar ya Niştimanî ji bo Sûriyê” lidar xist, û pêre behsa girîngiya yekîtiya rikberiya Sûriyê û rola pêkhatên Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina kar û pêwendiyên bi gelê Sûriyê re kir, her weha pêşketina têkliyên Hevbendiyê li gel derdora xwe ya herêmî û navdewletî.
Û di hevdîtinê de Serokê Tevgerê Ehmed Remedan, û Endamê Ofîsa Cîbicîkar Mehmod Usman, û Nûnerê wê di Hevbendiyê de, Zekeriya Melahfcî, û Endamên Tevgerê Mehmod Hiso û Gesan Elnecar, beşdar bûn.
Û ev wek hevdîtina duyemîn e, û di nav xebatên Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina hevkarî û hevrêziyê li gel tevaya pêkhat û deste û kesayetên di Desteya Giştî ya Hevbendiyê de tê.
Û amadebûyan behsa pêşhatên rewşa meydanî û leşkerî û karê Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî kirin, û bal kişandin ser giringiya zêdekirina kartêkeriya sazî û dezgehên şoreşgerî, û misogerkirina beşdarbûna cûrbecûr partî û şepêlên siyasî di avakirina nerîna siyasî ji bo paşeroja Sûriyê re.
Û amadebûyan tekezî li ser girîngiya rola Hevbendiya Niştimanî di xurtkirina diyaloga niştmanî li gel cûrbecûr pêkhatên gelê Sûriyê yên baweriya wan bi pirojeya niştimanî heye kir, her weha li ser pêwîstiya xurtkirina yekbûnê di navbera hemû beşên civaka Sûrî de, û çespandina nirxên hevbeş, û avakirina hişyariyeke civakî ji bo çaksazkirina tevna niştimanî û geşkirina giyanê hezkirin û rêzê di navbera tevaya pêkhatên gelê Sûriyê de.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî