Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, pêwendiyeke telîfonî ya dirêj, duh, li gel Şanderê Birêtanî yê Taybet bo Sûriyê Jonathan Hargreaves lidar xist, û behsa pêşhatên rewşa meydanî û dawîtirîn pirosesa siyasî li Sûriyê kirin.
Û Elmislit bal kişand ser ku sûrî li tevaya deveran, ta bi yên di deverên di bin kontirola rijêmê de dijîn, derdeseriyan dikşînin, ji ber ku rijêm di pêkanîna tawanan dijî sivîlan de wek girtin, îşkencekirin, kuştin û nehêlana derbirînê berdewam e, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî guh dide dozên tevaya sûriyan û bizavê ji bo bidawîanîna derdeseriyên wan dike.
Û Elmislit li ser rewşa deverên rizgarkirî û derdeseriyên derbider û koçberan di kampên bakur de axivî, û tekezî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina hîn bêhtir alîkariyan li gorî qebareya pêdvî û derdeseriyan kir.
Û Elmislit li ser rewşa penaberên sûrî li dewletên ku ew hembêz kirine axivî, û bal kişand ser pêwîstiya parastina mafên wan û nehêlana ku çi zêdegavî dijî mafên wan bibin, û di pêwendiya xwe de li ser sûriyên li Birêtaniya axivî, û daxwaza venegerandina çi penaberî kir, ji ber ku vegerandin jiyana wan dixe metirsiyê de.
Û Elmislit cextî kir ku çareya li Sûriyê çareyeke siyasî ye, û erk e pirosesa siyasî bi tevaya sepetên wê ve pêşde bibin, ne tenê kar li ser Komîteya Destûrî bikin, û got ku pirosesa siyasî rastî metirsî û dijwariyan tê, û divê ji rêya xwe dernekeve.
Û careka dî tekez kir ku rijêma Esed di pirosesa siyasî de ne cidî ye, û rijêm li gel piştgiriyên xwe bizavê dike daku biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê ji rêya wan a gewherî derbixîne, ew biryarên ku behsa pêkanîna veguhestina siyasî ya rasteqîn li welêt dikin, û berjewendiyên tevaya sûriyan diparêzin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, hişyarî ji bizavên normalkirina têkliyan bi rijêmê re da, û dît ku ew weke xelatekê ye ji rijêmê re li ser tawanên ku pêk anîne, û ew yek nayê piejrandin.
Û diyar kir ku Rûsiya di armancên xwe yên ku radigihîne de li Sûriyê ne rastgo ye, û ew hevparê rijêmê ye di tawanên ku dermafê sivîlan pêk tînin de, û piştgiriya rijêmê di nehêlana çi pêşketinê di Komîteya Destûrî ya Sûrî û pirosesa siyasî de dike.
Û bal kişand ser ku Sûriya ji aliyê Îranê ve hatiye dagîrkirin, Îrana ku dijmina aramiyê li tevaya deverê ye, û got ku pejrandina Komkara Erebî ji vegera rijêmê bo nav Komkarê, tê wateya ku Îran dê derbasî dewletên wan bibe, û divê dewletên ereb zanibin ku Îran aramiya deverê dixe bin gefê de.
Ji aliyê xwe ve Şanderê Birêtanî li ser karê Qiralgehê di pêşkêşkirina piştgiriya mirovahî de û li gor qebareya pêdviyên ku li Sûriyê zêde dibin axivî, û careka dî tekezî li ser pabendiya welatê xwe bi piştgiriya daxwazên sûriyan û cîbicîkirina temamê biryara 2254 kir.
Û got ku welatê wî bizavê ji bo pêşdebirina pirosesa siyasî û lêpirsîn û serbestberdana girtiyan û agirbestê dike, û tekez kir ku Sûriya ne ewle ye, û ne gengaz e ku çi penaber vegere welêt.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî