Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, hêviya saxbûna lezgîn bo Serokê Emerîka, Donald Trump, û jina wî Melania, piştî ragihandina pêketina herdûyan di roja îna borî de bi vîrosa korona anî ziman.
Ev jî di nameya ku Serokê Hevbendiya Niştimanî duh şemiyê arasteyî Serokê Emrîkî kirî de hat, û tê de Elherîrî got ku bi navê Hevbendiya Niştimanî û gelê Sûrî silavên germ û hêviyên saxbûna lezgîn û berdewamiya tenduristiyê ji we re pêşkêş dikim, li kêlek serkeftina di berevaniya di ber pirensîpên cîhana azad û parastina mafên mirovan de.
Û Elherîrî spasiya Serokê Emerîkî li ser hewildanên mezin û domdar ên Washington di piştgiriya doza rewa ya gelê Sûrî bo azadî û demokrasiyê kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî