Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek aresteyî Wezîrê Derve yê Sûdanê Umer Qemer Eldîn Ismaîl kir, tê de hestên hevkariya gelê Sûriyê û rawestana bi temamî li gel birayên xwe li Sûdanê piştî bobelata avrabûna rûbarê Nîl anî ziman.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de got ku “Em hevkariya xwe li gel gelê Sûdan ê bira û rawestana li kêlka wan li hember bobelata avrabûna rûbarê Nîl tînin ziman” û em bi navê tevaya gelê Sûriyê sersaxiya malbatên qurbaniyan dikin, û hêviya saxlemî û aştiyê ji tevaya birayên Sûdanî re dikin.
Û Elherîrî sipasiya xwe ji Komara Sûdan a bira re, bi rayadar û gelê wê ve, li ser pêşwaziya wan ya comerdî ji Sûriyên ji ber dojeha mirinê reviyane pêşkêş kir.
Û tekezî li ser baweriya temamî bi Hikûmeta Sûdanî û karîna wê ya rêvebirina rewşa awarte û rabûna wê bi erkê xwe tevî hemû dijwariyan kir, her weha derketina Sûdanê ji bin bandora vê kêşeya ku tevaya gelê Sûriyê pê hatiye êşandin.
Jêder: Ofîsa Raghandnê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî