Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, nameyek ji Wezîra Derve ya Firansayê Catherine Colonna derbarê pêşhatên siyasî di dosya Sûrî de û ronîkirina helwesta Firansayê wergirt.
û Colonna diltengiya welatê xwe ji tevgerên herêmî bo normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re anî ziman, û bal kişand ser ku rijêmê bobelata erdhejê bikar anî, da ku rewşê berve ejindeyeke normalkirina têkiliyên xwe yên herêmî de bibe, ya ku bi vegera wê bo Komkara Erebî bidawî bû.
Û Colonna tekez kir ku helwesta Firansayê ji doza Sûrî re ji sala 2011an de neguhêr e, û ti sedeman nabîne ji normalkirina têkliyan bi rijêma Esed re, ji ber ku rijêmê çi garantî nîşan nedane ku diyar bikin ku ew amadeye tevlî piroseya siyasî bibe, û ew garantî li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya ser bi Netewên Yekbûyî ve ya hejmar 2254 pêşkêş nekir.
Û Wezîra Derve ya Firansayê cext kir ku cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê, ew e ya ku rê bide sûriyan ku bi aştiyane û ewlehî li welatê xwe bijîn, û dê rê bide penaberan ku bi aramî û rûmet û bi dilê xwe vegerin.
Û diyar kir ku siyaseta Firansayê li hember Sûriyê giringiyê dide nehiştina rizgarbûna ji sizakirinê, û dît ku ew jî mercekî girîng e û bêyî wî nabe ji çi çareyeke siyasî re, an çi aştiyeke domdar ji Sûriyê re.
Û got ku di 12 salên bûrî de, gelê Sûriyê qurbaniyê binpêkirinên berfereh yên mafên mirovan û yasaya navdewletî ya mirovî bi awayekî berfireh bû, û amaje kir ku gelek ji van binpêkirinan, di nav de bikaranîna çekên kîmawî dighêjin asta tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê, û rijêma Esed di ber wan tawanan de berpirsyar dît.
Û cext kir ku welatê wê dê pabend be bi wê yekê ku tawankar ji sizayan rizgar nebin, û dê di piştgiriya karê awarte yê saziyên ne hikûmetî û mîkanîzmên niştimanî de, yê niyaz heye ku kesên di ber metirsîdartirîn tawanên ku li Sûriyê pêk hatine de siza bike, berdewam be.
Û Derbarê berdewamiya xwaspartina rijêma Esed li ser keresteyên hişber, Colonna got ku welatê wê gelekî guh dide dosya qaçaxiya Captagonê ji hêla rijêma Esed ve, ji ber ku îro ew yek ji çavkaniyên darayî yên sereke ên rijêmê ne, û xuya kir ku Encumena Karûbarên Derve di Yekîtiya Ewropayê de sizayên nû li dijî çend kes û dezgehên ku berpirsên qaçaxçîtiya Captagonê ne li Sûriyê û deverê pesend kir.
Û bal kişand ser encamên ên Konferansa Heftemîn a Brûkselê ya ku di Hezîrana bûrî de li dar ketiye, û têde Fransa piştgiriya xwe ji hemû Sûriyên li welatan û yên li hundirê sûriyê piştrast kir, bi ragihandina zêdebûna nû ya ku qebara wê 540 milyon euro bû, di nav de 190 milyon bexşîn ji sala 2023 an re ye.
Û Colonna got ku di dema kongirê Brûkselê de, Fransa daxwaza xwe ji bo dabînkirina gihandina alîkariyên mirovî bi awayek ewle û bê astengî bo hemû deverên Sûriyê dubare kir, nemaze di riya nûkirina mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovî di sînoran re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî