Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, pêşwaziya Serokê Tevgera Karê Niştimanî ji bo Sûriyê û Endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Remedan û Serokê Encumena Sûrî ya Guhertinê Şêwirdar Hesen Elherîrî kir, û bi wan re behsa pêşketinên meydanî û siyasî li Sûriyê kir.
Û Elmislit tekezî li ser xurtkirina têkliyan di navbera hêzên şoreşgrî û pêkhatên rikberiya Sûrî û berdewamiya pêwendiyan û hevrêzkariyê ji bo yekrêzkirina nerîn û şiyanên ku dikevin xizmeta gelê Sûrî û pêkanîna armancên şoreşa wî ya payedar de kir.
Û li ser giringiya karê ku her pêkhatek ji aliyê xwe ve li gel beşên civaka Sûrî û cihêrengên wê pê radibe axivî, û pêşhatên meydanî û siyasî û rewşa girêdayî bi pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî bo pêkanîna çareya siyasî û veguhestina siyasî ya tam li Sûriyê şirove kir.
Ji aliyê xwe ve Ehmed Remedan tekez kir ku astengiya mezin yaku rikberiya Sûriyê rastî wê tê, berdewamî û avakirina pişikdariyên demdirêj e, û hêviyên xwe bo pêşkêşkirina destpêşxeriyên nû bo xurtkirina çanda rêxistinî û karê hevbeş anî ziman.
Û Remedan bal kişand ser giringiya ku careke dî nirxanidineke giştî bo rêya Komîteya Destûrî ya Sûrî çêbibe, û lêveger bo stratîciya kar û danîna pilanekê bo derbaskirina astengiyên ku rijêma Esed di her gerekê de pêk tîne bibe.
Û Hesen Elherîrî li ser karê Encumena Sûrî ya Guhertinê li deverên başûr û hilbijartina Desteya Giştî ya Encumen û Nîşankirina stratîciya wê û cureyên pişikdariyên ku dixwaze pê rabe axivî.
Û tekez kir ku Encumena Sûrî ya Guhertinê pir guh dide pişikdarî û hevkariya li gel Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di piştgiriya pirosesa siyasî , li gor biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254an.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî