Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, duh êvarî, pêwendiyeke telîfonî li gel Balyoz Ebdellah Elmu’elimî Nûnerê Erebistana Siûdî yê herdemî li bal Netewên Yekbûyî li New York pêkanî, û têde rêzgirtin û spasiya xwe ji Balyozê Siûdî li ser gotara wî ya di Netewên Yekbûyî de û li ser helwestên Qiralgehê derbarê doza gelê Sûrî anî ziman.
Û Elmislit di pêwendiya xwe de tekezî li ser rola giring a Erebistana Siûdî di dîtina çareyê ji doza Sûriyê re kir, û pesnê helwestên neguhêr ên Qiralgehê di piştgiriya daxwazên gelê Sûrî de û nehêlana çi hewldanên normalkirina têkliyan li gel rijêma Esed û biserxistina wê da.
Û Elmislit bal kişand ser ku pêwîst e livek ji bo cîbicîkirina tevaya bendên biryara 2254an bibe, û pirosesa siyasî pêşde here, daku biryarên navdewletî yên girêdayî bi karûbarê Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 cîbicî bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî