Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, cext kir ku ji bo jinavbirina rêxistinên terrorist, di pêşî de tê xwestin ku şer li dijî piştgirên wan bê kirin, û got ku Sûriya bi hebûna rêjîma Esed û hevalbendên wê yên têrorîst û rêxistinên teroristî yên pêve girêdayî, dê ne ji gelê xwe re û ne jî ji dewletên derdorê re cihê ewlehiyê be.
Û Elmislit diyar kir ku rêjîma Esed ya tawankar bi dirêjiya salan serkirdeyên terorê hembêz kirine, û bi wan gef li dewletên cîran û yên dîtir xwarine, û bi wan re ejindeyên terorîstî bi armanca têkbirina aramiyê li dewletên deverê pêk anine, û ewlehiya wan kiriye bin gefan.
Û Elmislit got ku gelê Sûriyê êş û azar ji ber rejîma tawankar rêxistinên terorîst yên pêve girêdayî yên xwediyên heman ajindayê ne kişandine û hîn jî dikşîne, û gelê Sûriyê bi sedên hezaran şehîd dane wek berdêl di şerê xwe de dijî rêjîma tawankar û hevalbend û nandoz û milîsên wê yên terrorist.
Û tekez kir ku bi terorê şerê terorê nayê kirin, ji ber ku herdû alî jî li ser gelê me û deverê cihê metirsiyê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî